Li Şirnexê çalakiyên ji bo Mahsum Pamay hatin qedexekirin
- 12:10 8 Nîsan 2019
- Rojane
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê ji bo çalakiyên dê ji bo Mahsum Pamay ê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, bihata lidarxistin, biryara qedexeyê da.
3 roj berê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Xerpêtê Mahsum Pamay li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Walîtiya Şirnexê ji bo çalakiyên derbarê Mahsum de 15 rojî biryara qedexeyê da.
Her wiha walîtiyê şîna li camiyê ya ji bo Mahsum asteng kiribû û malbata ku şîn danîbû ji camiyê derxistibû.