Cezayê kelepçeya elektronîk dan 11 jinan

  • 11:50 8 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED -14 jinan di 20'ê Adarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya sekinandinê pêk anîbûn û hatibûn binçavkirin. Li 11 jinan cezayê hepsa malê hatibû birîn. 11 jinên ku cezayê malê lê hatibûn birîn hatin kelepçekirin. 
 
Di 20'ê Adarê de li Kuçeya Hunera Yenîşehîrê ya Amedê 14 jinî ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya sekinandinê pêk anîbûn. Di encama çalakiyê de 14 jin hatibûn binçavkirin. Li 11 jinan cezayê hepsa malê hatibû birîn. 11 jinên ku cezayê malê lê hatibûn birîn hatin kelepçekirin. 
 
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rewşen Karademir, Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Demet Ozkaran, Hevseroka Sûrê Sevim Coşkun, Endama Meclîsa Partiya HDP'ê Nevriye Çur, Aktivîstên TJA'yê Safiye Akdag, Remziye Sizici, Ronda Bat, Halime Akyol, Leyla Înal, Ayten Aytin û Ayfer Bakir bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadageha nobedar hatibûn kirin. 
 
Her wiha jinan anîn ziman ku wan ji bo vê biryarê îtiraz kirine û gotin:"Ew bi van pêkanînan dixwazin me dûr bixin û bê hêz bihêlin. Her wiha ew bi vê yekê mafê hilbijartinê  û siyasetê jî binpê dikin."