Çalakiya Leyla Guven ket meha 6'emîn

  • 11:42 8 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin ket meha 6'emîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E dabû destpêkirin û piştî tahliye bû li mala xwe berdewam dike ket meha 6'emîn. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewame.
  
Piştî Leylayê bi heman daxwazê  li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 139'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 113'an de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 79'an de, ya Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê da destpêkirin di roja 87'an de, ya Hevseroka DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP'ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin di roja 84'an de Her wiha  Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 113'emîn de û çalakiya girtiyan ji 1'ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû. 
 
Çalakiya grevê ya parlamenteran
 
Li avahiya HDP'ê ya bajêr çalakiya grevê ya parlamenteran didome. Çalakiya ku parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag, Tayyîp Temel û Murat Sarisaç di 3'yê Adarê de dan destpêkirin berdewam dike. Serdana parlamenterên çalakger a ji aliyê welatiyan ve jî berdewam dike. 
 
 
Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin
 
Sedat Akin ê ku li Girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin  çalakiya xwe li malê di roja 92'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15'ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8'ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dike û di roja 82'an a greva birçîbûnê de ye. Îhsan Sînmîş 1'ê Adarê de dest bi grevê kiribû û di 11'ê Adarê ji Girtigeha Sîlîvrê yê tehliye bû, li mala xwe ya Kuçukçekmeceya Stenbolê greva xwe didomîne di roja 39'an de ye. Ferdî Karabayê di 1'ê Adarê de dest bi greve kiribû jî di 22'ê Adarê Girtîgeha Tîpa F ya Bûcaya Kiriklarê tehliye bû û li mala xwe greva birçibûnê didomîne û di roja 39'an de ye.  
 
Kesên çalakî pêk anîn
 
Li bajarê Almanya yê Krefeldê di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê  li ber dadgehê bedena xwe dabû ber agir û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin di 22'yê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpetê Mahsûn Pamay, Li Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T Siraç Yuksek, li Girtîgeha Tîpa T F Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Tipa T a Jinan a Oltuya Erziromê Zehra Saglam, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2 Zulkuf Gezen, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Becet û li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Medya Çinar li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakya fedayî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.