'Divê çeteyên DAÎŞ'ê di qada navneteweyî de jî bên darizandin'
- 11:31 8 Nîsan 2019
- Rojane
Jinnews/Ehlam Hecî
ŞENGAL - Sazî û meclîsên Şengalê bi civînek çapemeniyê daxwaz kirin ku çeteyên DAIŞ’ê bên dadgehkirin û di dadgehê da nûnerên Êzidiyan jî amade bin.
Li ber avahiya Meclîsa Xwesariya Demokratîk a Şengalê û di nav de hemû sazî û dezgehên Şengalê daxuyanî dan. Daxwaz kirin ku çeteyên DAIŞ’ê bên dadgehkirin û di dadgehê da nûnerên Êzidiyan jî amade bin. Her wiha di nava wan da ji Hevseroka desteya rêveber ya Şengalê Zehra Sileman jî amade bû û nêrînên xwe anî ziman.
Hevseroka Desteya Rêveberiya Şengalê Zehra Sileman got: “Ji ser fermanê 5 sal derbas bû. Civaka Êzidî di bin zor û zehmetiyekê de dijî û bi taybet jî herî zêde jin zehmetiyê dikşîne. Me jî pêwistî dît em peyamekê ji bo dadgehê ragîhînin. Daxwaze me dadgehek lê Bakûrê Sûriyeyê were vekirin ji bo darizadina çeteyên DAIŞ’ê û em jî weke jin bi taybet cihê xwe da nav da bigirin. Ji ber mafê jina Êzîdê binpê nebe.”
Zehra Sileman di nava axaftina xwe da zanin ku her kes li hemberî civaka Êzidî bê deng maye û got: “Komkujiyek li ser civaka me Êzidî de hat û li ber çavê her kesî jin û keçên Êzidî hatin kuştin, şewitandin lê herkesî çav û gûhê xwe ji rastiya civaka me girtin. Loma em dixwazin çeteyên DAÎŞ'ê di qada navneteweyî de jî bên darizandin û bê ceza nemînin. ”