Jinên girtî li dijî gotinên zayendperest çalakiya dengderxistinê pêk anîn

  • 11:13 8 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê ku di nav wan de 11 jinên ku di greva birçîbûnê de ne jî hene li dijî  gotinên zayendperest çalakiya dengderxistinê pêk anîn.
 
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê  li dijî  gotinên zayendperest çalakiya dengderxistinê pêk anîn. Di nava jinên ku çalakî pêk anîne de 11 jinên ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê jî hene. Li gor agahiyên parêzerên wan dane, rewşa girtiyekê ne baş bûye û girtiyên jin çalakiya dengderxistinê pêk anîn.
 
Hat diyarkirin ku ji ber gotinên zayendperest ên gardiyanan girtiyên jin xwestine bi mudurê girtîgehê hevdîtinê pêk bînin lê ev yek hatiye redkirin. 
 
Her wiha pêdiviyên girtiyan ên wekî şekir û lîmon  pêk nînin.
 
Girtiyên ku ji 1'ê Adarê heta niha ketine greva birçîbûnê wiha ne:Semra Argis, Mehtap Kiyar, Eda Umaç, Şehriban Mamuk, Aysel Dolar, Mizgin Deniz, Birgul Çetin, Teybet Berge, Medya Aslan, Nevroz Urun ve Eylem Cengiz.