Li Lubnanê gelê kurd 4'ê Nîsanê bi şahiyekê pîroz kirin
- 11:01 8 Nîsan 2019
- Rojane
LUBNAN - Bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Lubnanê şahiyek hat lidarxistin.
Gelê kurd yê ku li Beyrûtê dijîn li taxa Medarîs şamon 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şahiyekê pîroz kirin. Qada şahiyê bi wêneyên Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û TEV-DEM û wêneyên berxwedêrên di greva birçîbûnê de ne hat xemilandin. Şahî bi tevlîbûna bi sedan ji Endamên sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî pêk hat. Berî ku şahî dest pê bike dar hatin çandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Ebdilselam Ehmed, li ser navê gelê Ermen Hamo Miskîfan axivîn û li ser wateya vê rojê wiha gotin: "Destê me ji aşîtiyê re dirêj e ji bo wê jî em evîndarê azadiyê ne. Em parastina mafê xwe dikin, em tû carî serî natewînin ji bo wê jî rojbûn Rêberekî ewqas binirx, ji bo me vêjîna azadiyê ye. Di vê rojê de zincîrên koletiyê li ser gelê kurd hatin şikandin dê dîrok qala qehremaniya kurdan bike û pêşengê azadiya wan Rêber Apo ye."
'Rojbûna Rêber Apo rojbûna mirovahî û demokrasiyê ye'
Li ser navê Kongra Star Fîdan Sîdo rojbûna Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û wiha dom kir: "Îro şagirtên Rêber Apo gihaştin asta ku dikarin pêşengtiyê ji pêvajoyê re bikin, doza azadiyê dikin. Di şexsê Leyla Guven de ev çandek berxwedaniyê ye. Ji bo tevahî mirovên bindest rojbûna Rêber Apo xwediyê fikrê azad û şansek mezin e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê dijminên mirovahiyê dê binkevin û şagirtên Rêber Apo bighêjin avakirina Netewa Demokratîk."
Paşê koma "welatê rojê" stranên gelîrî gotin. Her wiha koma şehîd "Eyilan "dîlaneke foklorî pêşkêş kirin û di nava bernameyê de şano li ser wateye vê rojê hat temaşekirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû .