Ji Arîna 5 salî name: Ez bi qasî esmanan ji te hez dikim
- 09:13 8 Nîsan 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Vesîle Yuksel a ji ber parvekirinên çapemeniya civakî hat girtin, bi keça xwe Arîn Mîrkan re li girtîgehê ye. Arînê bi hevkariya dayika xwe ji xwişka xwe ya li derve re name nivîsî û diyar kir ku ew bi qasî esmanan ji wê hez dike.
Vesîle Yuksel di meha Sibata 2017’an de li Mêrdînê ji ber parvekirinên hesabê çapemeniya civakî bi hinceta ‘propaganda rêxistinê kiriye’ hat girtin û salek û 10 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî cezayê wê hat erêkirin Vesîle bi keçên xwe Arîn Mîrkan a 3 salî û Avesta ya 5 salî re ket girtîgehê. Tevî ku cezayê Vesîleyê di 15’ê Çile de qedya jî rêveberiya Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê bi hinceta cezayê wê heye tahliye nekiribû. Avesta berê ji ber ketibû 7 saliya xwe ji girtîgehê derket û Arîn jî di meha qanûnê de ketibû 5 saliya xwe.
Mehek cezayê ragîhandinê danê
Vesîle ku piştî cezayê wê hat erêkirin, ji girtîgeha Mêrdînê surgunê Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê hat kirin û di pêvajoya li wir mabû de rastî gelek êrîşan hatibû û keçên wê jî ji vê bûyerê bi bandor bûbûn. Hat hînbûn ku ji ber bûyeran mehek cezayê ragîhandinê danê. Arîn ji xwişka xwe Avestayê re nameyek nivîsî.
‘Ez bi qasî esmanan ji te hez dikim’
Arîn di nameya xwe de cih da van îfadeyan: “Silav xwişka min, tu çi dikî? Tu çawa ye, baş î? Ez gelek hestiyar bûm ji bo nameyê. Ez gelek ji te hez dikim, min pir bêriya te kir. Silavên Serhildan û hevalên din heye. Ez jî mezin bûm. Em ê bi hev re bilîzin. Bavo ez gelek ji te hez dikim. Te soz da tu yê bê hevdîtinê. Kalîka ez pir ji te hez dikirim. Avesta, Yuksel silav dike. Bahoz ez pir ji te hez dikim. Ez soz didim carek din ji bo bîsîkletê naxeyidim.Avesta ger ez derkevim em ê bi hev re bilîzin. Ez şekir jî naxwim. Ez gelek ji te hez dikim. Ez qasî esmanan ji te hez dikim. Xwişka min a xweşik.”
‘Demek kurt ma’
Vesîle Yuksel a ji keça xwe Avestayê re name nivîsî jî wiha got: "Her carê dibêjin hûn çima me tahliye nakin. Keça min a xweşik demek kurt ma, em ê bigihêjin hev. Hemû hewldanên me ev e. Tu zanibî min çiqas bêriya te kiriye. Min gelek bêriya bîhna te, çavên te yên xweşik, reqsa te ya xweş kiriye. Tu stranên xwe her tim bêje. Tu ji reqsê jî hez dikî. Di odeyek vala de bêyî tu bikevî reqsa xwe bike. Canê min ger ez bêm berdan em ê têr bigerin. Li vir hemû hevalan wêneyê te daye pişt serê xwe. Ez te, dilê te yê paqij maçî dikim. Bi hesret te hembêz dikim. Baş li xwe binêre. Bi hêviya di rojên xweşik de em bên ce hev. Canê min keça min ez gelek ji te hez dikim."