Jinên Bismilê: Em şaredariyê bernadin
- 09:08 8 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Jinan bertek nîşanî dewirkirina avahiya şaredariyê dan û gotin: “Em bimirin jî dest ji şaredariya xwe bernadin. Ger hewce be em ê kon li ber avahiyê vedin, dîsa jî em bernadin. Ji vê zilmê û zextê re êdî bes e.”
Di 4’ê Sibata 2017’an de piştî qeyûm tayînî şaredariya Bismilê bû şûnde avahiya şaredariyê bi avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Bismilê re hat guhertin. Avahiya Emniyetê jî piştî hilbijartinê hat hilweşandin. Şaredariya Bismilê jî niha li avahiya Navenda Jinan e. Jinan bertek nîşanî xespkirina avahiya şaredariyê da.
‘Mazbatayan nadin’
Jina bi navê Sevda Erdînç destnîşan kir ku di pêvajoya qeyûm li şaredariyê maye de Bismil hilweşandiye û lambeyên şaredariyê çêkiribûn rakirine, rê xera kirine û çêkirine. Sevdayê ev tişt got: “ Niha jî avahiya şaredariyê xera dikin. Di wê avahiyê de keda gel heye. Ji bêrîka xwe pere dane. Bacên me digirin, pereyên me dixwin, em gel jî perîşan bûne. Me şaredarî qezenc kir. Me wek gel şaredariyên xwe hilbijart. Niha avahiyên me nadin. Ma bê avahî dibe. Wê mafên me bidin me. Çi ji destê me bê em ê bikin. Çi dikin bila bikin em dest ji şaredarî û partiya xwe bernadin.”
‘Em dest ji şaredariya xwe bernadin’
Mizgîn Çapraz jî bi lêv kir ku beriya qeyûm bê tayînkirin li navçeyê xizmet hebû û got di du salên dawî de hemû rê û binesazî hatiye hilweşandin û her der di bin avêde maye. Mizgînê anî ziman ku avahiya wan tune ye lê ew dest ji şaredariya xwe bernadin.
Lamîa Demîrcan jî daxuyakirin ku divê zilma li wan hatiye kirin bi dawî be û wiha dawî lê anî: “Qeyûm tayînî şardariyên me kirin. Îradeya me xesp kirin. Lê me tevî hemû zextan şaredariya xwe şûnde girt. Niha jî mafên me nadin me. Destûr nadin ku em dest bi peywira xwe bikin. Heta em mifteya xwe negirin em dest jê bernadin. Ger hewce be em li ber şaredariyê wê kon vedin. Ev zilm û zext êdî bes e.”