Li Şehbayê cara yekem dewreya futbolê ya jinên ciwan hat vekirin
- 09:04 8 Nîsan 2019
Sozda Oremar
ŞEHBA- Komîteya Werzîşê ya Kantona Efrînê cara yekem Turnuvaya Futbolê ya Jinên Ciwan a bi navê 'Avesta Xabûr' li Kantona Şehbayê da detspêkiirn. Ciwanên Futbolvan ên tevli dewereyê bûn wiha gotin:" Tevî êrîş û dagirkeriyê dijmin nikaribû me ji çand û spora me qut bike. Jinên ciwan îro hebûna xwe li Rojhelata Navîn didin nîşandan."
Komîteya Werzîşê ya Kantona Efrînê cara yekem li Kantona Şahbayê bi minasebeta Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Turnûvaya Futbolê ya Jinên Ciwan a bi navê 'Avesta Xabur' ku ji du koman pêk tê da destpêkirin. Koma yekem ji 5 tîmên bi navê, Avesta, Dengê Efrîn, Berxwedan, Şêrawa û Agirî pêk tê. Ya duyem jî ji 4 tîmên bi navê Şêrawa, Efrîn, Armanc û Diyar pêk tê. Ji bo xwendekar ji dibistanên xwe nemînin ev dewre wê her roja înê û şemiyê were kirin û heta meha 5’an berdewam bike û wê bi encam bibe.
Turnûvaya futbolê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star a Efrînê Naziliye Muhemed tevahî Şehîdên azadiyê û yên berxwedana Serdemê bi bîr anîn û got: “Ev cara yekem e tevî zor û zehmetiyên ku gel li Şehbayê dijî Turnûvaya Jinên Ciwan ya futbalê hat vekirin. Jinên ciwan di her qadê de hebûna xwe dan nîşandan. Serok Apo jî dibêje: ‘Me bi ciwantî dest pêkir em ê bi ciwantî jî bi serkevin’. Bi berxwedana jinên ciwan sînorên ku ji aliyê dijmin ve hatine danîn hatin rakirin."
Têkildarî mijarê jinên ciwanên ên tîmên futolê ji ajansa me re nerînên xwe parve kirin û gotin: "Dewre bi boneya Rojbûna Rêber Apo hat vekirin, ji ber ku bi rojbûna Serok Apo jin ji nû ve hêza xwe zindî bikin. Rojbûna Rêber Apo rojbûna jina azad e."
‘Em jinên ciwan hebûna xwe nîşan didin’
Hevseroka Yekitiya Werzîşa Demokratîk a Efrîn û Şehbayê Evîn Bîlal diyar kir ku nêzî 9 tîm ji jinan ji bo Şehba û navçeya Şêrewa ya Efrînê ava kirine û got: "Em jinên ciwan îro hebûna xwe careke din didin nîşandan û rola ku ciwan di jiyanê de dikarin bilîzin nîşan didin. Em niha li qada lîstikê(stadyûm) ya gundê Babinês ya Şehbayê nêzî 9 tîman kom bûne û dest bi dewreyê dikin."
‘Li gel şertên zahmet em çanda xwe ya werzîşê didomînin’
Evînê bal kişand ser şert û mercên dijîn û wiha pê de çû: "Dewreya bi navê Avesta Xabur hat vekirin. Li Efrînê dijmin her tim bi riya êrîşên xwe xwest me asteng bike û çanda me ji holê rake. Lê belê çawa li Efîrnê me çanda xwe parast îro jî em li Şehbayê vê çanda xwe berdewam dikin. Tevî şert û mercên zehmet em dîsa çanda xwe ya werzîşê diparêzin. Bi boneya Rêber Apo me ev dewere vekir. Ji ber ku Rêber Apo jinan diparêze. Wê jinên ciwan heta dawiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin Û vegirin ser axa Efîrnê."
‘Jin civakê ber bi pêşketinê ve dibe’
Her wiha endama tîma Agirî Meryem Bîlal jî pêşketin û serkeftinên jinan wiha vegot: "Em tîma Avesta Xabur pîroz dikin. Tevî zor û zehmetiyên ku em li Şehbayê dijîn jî jin têkoşîna xwe didomîn û hebûna xwe meyînde dikin. Ji ber ku jin ji tunebûnê hebûnê dafrîn e. Dema jin rola xwe di hundir civakê de dilîze ew civak ber bi pêşketin û serkeftinê ve diçe."
Bi rojobûna Ocelan jin ji nû ve zindî bûn'
Endama tîma Berxwedan Sîdra Memo jî diyar kir ku bi rojbûna Rêber Apo re jin ji nû ve zindî bûn û wiha got: "Ev cara yekem e ku di Kantona Şehbayê de dewreya futbolê tê vekirin û navê wê Avesta Xabur e. Ev dewre bi boneya rojbûna Rûber Abdullah Ocalan hat vekirin, ji ber ku bi rojbûna Serok Apo re jin ji nû ve zindî dibin û rojbûna Rêber Apo rojbûna jina azad e. Di civakê de rola jinê tune hatibû hesibandin. Weke jinên ciwan ji bo ku em rola jinê ji nû ve derxînin pêş, em ê her tim amade bin. Ev amadebûna me jî wê ne tenê di qada werzîşê de, wê di tevahî qadên têkoşînê de be."