Jinên Femînist :Leyla Guven numûneya berxwedanê ye
- 09:02 8 Nîsan 2019
- Rojane
Ronîda Hacî
HESEKÊ- Jinên Tevgera Feminîst berxwedana Leyla Guven silav kirin û gotin: "Berxwedana Leyla Guven numûneya berxwedanê ye."
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) û Perlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan, di roja xwe ya 152'emîn de bi israr û berxwedaniyek bê hempa da destpêkirin dewam dike. Têkildarî berxwedana Leylayê Jinên endamên Tevgera Feminîst axivîn û tekez kirin ku berxwedana Leyla dê bi ser keve.
'Girêdana gel a bi Ocalan re dê serkeftinê bîne'
Endama kar û Xebatên Tevgera Famînist Magî ku ne xwest paşnavê xwe Eşkere bike, da zanîn ku daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan e û got: "Berxwedana Leyla Guven ku li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên kurdan heta roja îro dewam dike mîneka berxweanê ya ji bo hemû jinan e. Em dibînin ku girêdana gel a Rêber Ocelan re hişt ku kesên wekî Leyla Guven û rêhevalên wê di zinadanan de û li derve bikevin greva birçîbûnê ji bo ku tecrîd were şikandin."
‘Şoreşa Rojava şoreşa jinên berxwedêr e ‘
Endama tevgera Famînist O.L ku jinêek ji Herêma Baskê ye û nexwest navê xwe Eşkere bike jî tekez kir ku wê berxwedana Leyla Guven bi ser keve. O.L. Berxwedana jinên rojavayê Kurdistanê ji bo Şoreşa Rojava jî bi bîr xist û wiha got: " Piştî ku me serdana Rojava kir, me jinên Rojava nas kirin û ji bo me bûn moral û hêz. Wekî Jinên Baskê çavê me li şoreşa Rojava ye û em hêza xwe ji jinên Rojava digrin. Baweriya me bi serketina vê şoreşê heye. Hêza jinê ya li Rojava ku di Şoreşa Rojava de nîşan da nemûneya azadî û serkeftinê ye. Ji bo wê jî em dikarin bêjin armanca jinên Basikê û jinên Rojava yek e. Ji ber ku herdu alî jî daxawza azadiya jinan dikin."
O.L di dawiya axftina xwede got: "Em her çavê me li Şoreşa Rojava ye, serkeftin û deskeftiyên ku bi serdixin cihê kêfxweşiyê ne ji bo me."