ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 8 Nîsan 2019
- Rojev
*Komîteya Werzîşê ya Kantona Efrînê cara yekem Turnuvaya Futbolê ya Jinên Ciwan a bi navê 'Avesta Xabûr' li Kantona Şehbayê da detspêkiirn. Ciwanên Futbolvan ên tevli dewereyê bûn wiha gotin:" Tevî êrîş û dagirkeriyê dijmin nikaribû me ji çand û spora me qut bike. Jinên ciwan îro hebûna xwe li Rojhelata Navîn didin nîşandan." DÎMEN HEYE
*Jinên Tevgera Feminîst berxwedana Leyla Guven silav kirin û gotin: "Berxwedana Leyla Guven numûneya berxwedanê ye."DÎMEN HEYE
*HDP’ê li Colemêrgê serkeftineke mezin bi dest xist û şaredariya Colemêrgê ji qeyûm stand. Hevşaredara HDP’ê ya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş spasiya xwe ji gel re kir û got ku ew ê Colemêrgê bi pergaleke hevpar ji nû ve ava bikin. BI DÎMEN
* Jinan bertek nîşanî dewirkirina avahiya şaredariyê dan û gotin: “Em bimirin jî dest ji şaredariya xwe bernadin. Ger hewce be em ê kon li ber avahiyê vedin, dîsa jî em bernadin. Ji vê zilmê û zextê re êdî bes e.”
*Vesîle Yuksel ya ji ber parvekirinên çapemeniya civakî hat girtin, bi keça xwe Arîn Mîrkan re li girtîgehê ye. Arînê bi hevkariya dayika xwe ji xwişka xwe ya li derve re name nivîsî û diyar kir ku ew bi qasî esmanan ji wê hez dike.
*Hevseroka SES'ê ya Wanê Fatma Arslan diyar kir ku li Wanê rêjeya mirina zarokan li gorî Tirkiyeyê bilinde û got divê gelek tedbîr bên girtin. Fatmayê destnîşan kir ku ji bo pêşî li mirina zarokan bê girtin divê xizmetên tenduristiyê yên parastinê baş bên cih.
*Yorgun Bektaşoglu li girtîgeha Akhîsar a Manîsayê ev 83 roje di grevê de ye û dayika wî Sabahat Tuncel wiha got: "Girtî wê dest ji greva xwe bernedin. Li dijî vê biryarbûnê ev bêdengî wê mirinê bîne. Divê demildest daxwaz bên bihîstin, tecrîd bi dawî be."DÎMEN HEYE