3’emîn civîna salane ya Aboriya jinê didome

  • 17:26 7 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO – 3’emîn civîna salê ya Aboriya Jinê ku li ser rewşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin roja xwe ya  1‘emîn bi dawî kir.
 
3’emîn civîna salê ya Saziya  Aboriya Jinê ku li ser rewşa Bakûr û Rojhilatê Sûriya li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûnerê li Qamişloyê hat destpêkirin roja xwe ya 1'emîn bi dawî kir. Di roja yekemîn de piştî ku nîqaş li ser rewşa siysî hatin kirin, êdî nîqaşa li ser kar û xebatê, her wiha pêşketin û çareseriya pirsgirêkên Aboriya jinê yên heyî hatin dest girtin. 
 
Dê nîqaş sibe bidomin û piştî ku niqaş bi dawî bibin dê civîn bi encamekê bê bidawîkirin, her wiha pilanên saziyê yên sala pêşdetir were kirin.