Serdana şîna Mahsum Pamay bi girseyî berdewam dike

  • 16:57 7 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Serdanên ji bo şîna Mahsum Pamay ê li Girtîgeha Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, bi girseyî didome. 
 
Serdana şîna ji bo Mahsum Pamay ê li Girtîgeha tîpa T a Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî ya li mala malbata wî  a li Cizirê hatiye danîn bi girseyî didome. Malbata Mahsum, piştî duh polîsan mudaxaleyî şînê kir, şîn li mala xwe danîn û serdana şînê didome. Rêveberên DBP û HDP'ê yên Şirnexê Dayikên Şemiyê, Parlamenterên HDP'ê jî di navde komek mezin îro çûn malbata Mahsum ziyaret kirin û sersaxî ji malatê re xwestin. Girse di bin dorpêça polîsan de malbata Mahsum ziyaret kir û ji dayika Masum Pamay re sersaxî xwest. 
 
Malbata Mahsum, duh li Mizgefta li taxê şîn danîbû, lê polîsan di nava rojê de bi ser şînê de girtibû û şîn betal kiribûn.