Hevseroka HDP’ê ya Sîlopî hat girtin

  • 16:31 7 Nîsan 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Sîlopî Fatma Gunduz, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kiriye” hat girtin. 
 
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, di serdegirtinên 5’ê Nîsanê de Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Fatma Gunduz, Dayika Aştiyê Emîne Ozek û Cemîle Alyanak, hatin binçavkirin û piştî lêpirsîna wan a li Midûriyeta Polîsan di saetên şevê de sewkî dozger hatin kirin. 
 
Dozger bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirine” Emîne û Cemîle bi şertê kontrola edlî berdan û Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Fatma Gunduz jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kirin. 
 
Dadgehê bi heman hincetê Fatma girt û şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Li bendêye ku di çarçoveya heman lêpirsînê de, îfadeya kesekê ku navê wî/wê nehat zanîn, îro bê girtin.