Prof Dr. Hasan Bîlgelî ji sucê tecawizê hat girtin
- 13:12 7 Nîsan 2019
- Rojane
ENQERE - Hat aşkerakirin ku Prof Dr Hasan Bîlgelî yê li Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngha Enqeryê peywirdar li kînîka xwe ya taybet tecwizî jinekê kiriye û ew derb kiriye. Li ser bertekên jinan di encama lêpirsîna ku hat vekirin de gûmanbar Hasan Bîlgelî hat girtin.
Hat aşkerakirin ku Prof Dr Hasan Bîlgelî yê li Fakulteya Veterîneriyê ya Zanîngha Enqeryê peywirdar e, li klînîka xwe ya taybet tecawizî jina bijîşk ku li cem dixebitî kiriye û derb kiriye. Hat diyarkirin ku jina ji aliyê Hasan Bîlgelî ve hat tecawizkirin, dema ku ji serê xwe derb xwar ji ser hişê xwe jî çûye û Hasan Bîlgelî û birayê xwe ji bo ku jina mexdûr bûyerê venebêje ew tehdît kirine. Jina ku hat tecawizkirin ji nexweşxaneyê rapora derbkirinê girt û çû li emniyetê giliyê Hasan Bîlgelî kir.
Hasan ê ku piştî giliyê jinê hat binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewkî Dadgeriya 1'emîn Sulh Cezayê ya Nobedar a Enqereyê hat kirin. Dadgehê biryara ku gûmanbar "Ji sûcê êrîşa zayendî" bê girtin da. Hasan Bîlgelî li ser biryara dadgehê hat girtin û şandin girtîgehê.