3’emîn Civîna Salane ya Aboriya Jinê dest pê kir

  • 12:34 7 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO – 3’emîn Civîna Salê ya Aboriya Jinê ya li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hûerê ya Mihemed Şêxo dest pê kir.
 
Saziya Aboriya Jinê bi armanca nirxandina kar  û xebatên xwe yên salekê û berfirehkirina van kar û xebatan  bi tevlibûna gelek jinan civîna xwe ya salane li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navena Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo li dar xist. 
 
Civîn bi rêxgirtina ji bo pakrewanên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin û ji aliyê berdevka Saziya Aboriya Jinê ya Bakûr û Rojhelatê Sûriyeyê Horiya Şemdin û berdevka Sziya Aboriyê ya Kantona Hesekê Leyla Saroxan ve tê meşandin. Civîn dê du rojan bidome.  
 
Di bernameya roja yekê ya civînê de wê li ser kar û xebatên salekê nirxandin bê kiriin û perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan ên li ser Aboriyê werin guhdar kirin. Herwiha wê îro  nîşqaên berfireh ji bo pêşxistina kar û xebatê bên kirin û çareserî, pêşiniyar wê ji bo pêşxistina xebatê bên kirin. Roja duyemîn jî wê niqaşên tên kirin berdewam bikin û plansazî bê kirin.
 
Civîn bi nirxandinan didome.