'Bi têkoşînê em ê tecrîdê hilweşînin'
- 10:40 7 Nîsan 2019
- Rojane
Hesna Mihemmed
ŞEHBA- Xwendkarên Efîrnê ku tevlî pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan bûn nerînên xwe anîn ziman û gotin:" Bi têkoşînê em ê tecrîdê hilweşînin."
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û xwendekarên Efrînê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi rihê 4'ê Nîsanê netewa demokratîk ava bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn" şahiyek li qada Navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xistin. Di şahiya ku hat lidarxistin de hemû ciwan û xwendekarên Efrîn û Şehbayê amade bûn. Ciwanên ku tevlî şahiyê bûn nerînên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em xwedekarên Rêber Apo ne û bi fikir û felsefeya wî xwe perwerde dikin."
'Em ê bi pênûsa xwe tecrîdê bişkînin'
Xwendekara bi navê Selwe Elî wiha got: "Em weke xwendekar rojbûna vejîna Gelê Kurd rojbûna Rêber Apo pîroz dikin, em xwendekarên Rêber Apo ne û li ser fikir û felsefeya wî xwe perwerde dikin û em ê tecrîda giran bi pênûsa xwe bişkînin."
Rojûna Rêber Apo rojbûna me ye
Ciwana bi navê Sultana Reşîd a ji Efrînê jî ev tişt got: "Em ciwanên Şoreşger in, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanan jî bi serkevin, em ê li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û rojbûna Rêber Apo rojbûna me ye."
'Bi têkoşînê em ê tecrîdê hilweşînin'
Xwendekara bi navê Dana Hesen wiha axivî: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hemû ciwan û xwendekarên Efrînê pîroz be, bi stran û guvendên xwe em ê Rêber Apo azad bikin û bi têkoşînê tecrîdê hilweşînin."