
Dayika Ayten Beçet: Divê her kes li dora bangê bên gel hev
- 09:04 23 Adar 2025
- Rojane
Derya Ren
DÎLOK - Dayika Ayten Beçet a ku di 23'ê Adara 2019'an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, bal kişand ser banga "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin û got, "Divê her kes li dora bangê bên gel hev."
Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. Çalakiyên greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di 30’ê Nîsana 2019’an de veguherî çalakiya rojiya mirinê. Di greva birçîbûnê ya 200 rojî de Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tekîrdagê, Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Oltu, Medya Çinar li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê, Mahsum Pamay li Girtîgeha Xarpêtê û li Girtîgeha Şakranê Yonca Akici, li Girtîgeha Osmaniyeyê Siraç Yuksek û li bajarê Krefeld ê Elmanyayê Ugur Şakar, ji bo şermezarkirina tecrîda Îmraliyê dawî li jiyana xwe anî.
Malbata Ayten Beçet di salên 90'î de li dijî cerdevaniyê ji gundê Erkendî yê navçeya Perwarî ya Sêrtê koçî Dîlokê kirin. Ayten Beçet di sala 1991'an de dema malbata wê sirgûn bû ji dayik bû. Ayten Beçet tevî ku fakulteya endezyariyê qezenc kir jî neçû zanîngehê û li Şaxa Mersînê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) beşdarî xebatên çand û hunerê bû. Paşê vedigere Dîlokê û li wir xwendina xwe ya çand û hunerê didomîne. Di sala 2008'an de bi hinceta "endamê rêxistinê " hat girtin û şandin Girtîgeha Karataşê ya Edeneyê. Piştî binçavkirina 3 meh û 10 rojan hat berdan.
Pêvajoya girtinê
Ayten Beçet a di sala 2011'an de li Mêrsînê li nexweşxaneya çûbûyê hat binçavkirin û bi heman îdiayê dîsa hat girtin, piştî 2 salan hat berdan. Piştî hat berdan salekê vê carê dadgehê di çarçoveya heman dosyayê de 9 sal cezayê girtîgehê lê birî û piştî ceza hat girtin. Piştî demekê ji Girtîgeha Karataşê sirgûnî Girtîgeha Jinan a Mûşê hat kirin û 3 sal û 6 meh şûnde sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê hat kirin.
Çalakiya wê ya fedaî
Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ma, di 23’ê Adara 2019’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.
Astengiyên sersaxiyê
Dema cenazeyê Ayten Beçet a ku çalakiya fedaî pêk anî birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê, polîsên ku telefonî malbatê kirin diyar kirin ku ji bo cenaze werbigirin divê bên Stenbolê. Lê belê malbata ku ji bo definkirinê bi rê ket, hîn dibe ku polîsan cenaze desteser kirine û şandine Dîlokê û malbat nîvê rê vedigerin Dîlokê. Cenaze di saetên nîvê şevê de bi beşdariya hejmarek sînordar li Goristana Yeşîlkentê tê definkirin. Malbatê xwest şîna xwe li mala sersaxiyê ya girêdayê Şaredariya Şahînbeyê dayne, lê belê ji aliyê rêveberiya Şaredariya Şahînbeyê ya wê demê ya AKP'ê ve destûr nehat dayîn.
Têkildarî mijarê dayika Ayten Beçet Fatma Beçet ji ajansa me re axivî.
Girîngiya hembêzkirina bangê
Dayika Ayten Beçet, Fatma Beçet, pêvajoya girtina keça xwe nirxand û got, "Peyv têra vegotina Aytenê nake. Ji aliyê her kesî ve hat hezkirin. Em bi saya wan hatin vê qonaxê, tevî her tiştî jî em dibêjin 'aştî'. Divê hemû kes bibin yek, dilê min diêşe, dilê tu kesî neêşe. Em bang li her kesî dikin ku bi yekîtiyê re bi hêvî bin."