Peyama Newroza Egeyê: Bila Abdullah Ocalan azad bibe

  • 15:46 22 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Germencik û Bodrûmê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin û di pîrozbahiyê de peyama "Bila Abdullah Ocalan azad bibe" hat dayîn. 
 
Cejna Newrozê îro bi dirûşmeya "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" Li Germencik a Aydinê û Bodrûma Muglayê bi coşek mezin hat pîrozkirin. 
 
Aydin-Germencik 
 
Li taxa Ortaklar a Germencika Aydinê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), (DBP û DEM Partiyê, bi tevlîbûna bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Siyasetmedar û parlamenter tevlî pîrozbahiyê bûn. 
 
Jin bi cil û bergên xwe yên gelekî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Piştî rezgirtinê bernameya pîrozbahiyê destpêkiri. Hevserokên DEM Partiyê yê Germencikê Newroza gel pîroz kir. 
 
Parlamenter Sirri Sakik axivî û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga xwedî li derketina peyamê kir. 
 
Dû re Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahiya Newroza 2025'an bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
 
Mugla-Bodrum
 
Li navçeya Bodrumê bi heman dirûşmê newroz li Mumcular Pazaryerî hat pîrozkirin. 
 
Hevserokên DEM Partiyê yên Muglayê axivîn û Newroza gel pîroz kirin. 
 
Parlamenter Îbrahîm Akin jî di pîrozbahiyê de bal kişand ser bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Kî alîgirê demokrasiyê be, hiqûq û edaletê bixwaze, bixwaze ku ev welat çarenûsa xwe ya hevpar bi hev re bijî, gelê Kurd zimanê xwe bi kar bîne û vê yekê weke mafekî demokratîk yê rewa qebûl bike, em ê li kêleka wan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin."
 
Parlamenter Nejla Demîr jî wiha axivî: "40 sal in em li ber xwe didin. Îrade, çand û zimanê gelê Kurd bizanibin; em azadî û aştiyê dixwazin. Ev bar dikeve ser milê hemû gelê me. Civaka demokratîk wê bibe rizgariya hemû gelan. Jinan bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' têkoşîna azadiya jinê ji sînoran wêdetir meşandin. Em bi baweriya biratî û aştiyê vê agirê Newrozê pêdixin. Agirê Newrozê ku bi hezaran sal in pêxistiye, wê dijminahiya zilm, mêtingerî û înkarê bişewitîne, aştî, jiyaneke wekhev, adil û bi rûmet û civaka demokratîk biafirîne. Bi vê baweriyê em bi milyonan tên cem hev û berxwedana xwe mezin dikin.”
 
Piştre agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin. 
 
Gel li ber stranên Grup Golgedekîler û Hozan Şervan govend gerandin û Newroza xwe pîroz kirin.