
Li Kocaeliyê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pîrozkirin
- 12:27 22 Adar 2025
- Rojane
KOCAELÎ-Di Newroza ku li Kocaeliyê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hat pîrozkirin, li banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî hat derketin.
Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) Newroz li Baxçeyê Milet yê Darica ya navçeya Darîca ya Kocaeliyê bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" hat pîrozkirin.
Li qada ku pîrozbahiya Newrozê lê hat lidarxistin pankartên "Newroza azadiyê pîroz be" û "Tu kulîlka biharê yî ku hê şîn nebûye Kemal" hatin vekirin. Her wiha qad bi alên rengîn ên bi nivîsa "Newroza azadîyê pîroz be" hat xemilandin. Welatiyên ku qad tijî kirin bi alayên DEM Partiyê di destên xwe de û şapikên rengîn beşdar bûn. Di pîrozbahiya Newrozê de gel bi cil û bergên xwe yên neteweyî yên rengîn qad tijî kir. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Newroz pîroz be", "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî", "Zext me bêzar nakin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Gel bi govenda li ber sitranên kurdî dest bi pîrozbahiyê kir.
'Rêya aştiya civakî vekin'
Piştî rêzgirtina ji bo têkoşerên ku ji bo azadiyê jiyana xwe ji dest dan,Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan derket ser dikê û got, "Em ji gelê Kurd û Tirk re civakeke wekhev, aştiyane, bê çîn dixwazin. Lê em dibînin ku desthilatdar nikarin vê yekê tehemûl bikin. Gel û kedkarên Tirk û Kurd bi dehan sal in li vî welatî ji bo demokrasî, aştî, wekhevî û jiyana hevbeş têdikoşin. Rêya aştiya civakî vekirin."
'Divê dewlet gavê biavêje'
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû diyar kir ku Newroz berxwedan e. Omer Faruk Gergerlioglu got, "Hêvîdar im piştî mirina ciwanên Kurd û Tirk serdem û pêvajoyek nû were. Pêvajo bi banga 27'ê Sibatê dest pê kir. Tevî zilma bi salan me got aştî. Em şer, xwîn, pevçûnan naxwazin. Em maf, hiqûq, edalet û wijdan dixwazin. Ev welat di pêvajoya çareseriyê re derbas bû. Wê demê bi hezaran kesî zerar dît, bajar wêran bûn. Em dixwazin bi awayê aştiyane li vî welatî bi hev re bijîn, divê dewlet jî Selahattin Demirtaş û hevalên wî serbest berde. Em gavan dixwazin."
'Ji Îmraliyê re hezar silav'
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî got, "Di salên 1990'î de li gelê Kurd ku Newroz pîroz dikir, îşkence dikirin. Lê gelê Kurd dest ji têkoşîna xwe berneda û li her derê têkoşîna xwe domand. Difikirîn ku dema gelê Kurd koçber bibe, wê çanda xwe ji bîr bike. Lê binerin, li vir li Kocaeliyê, gelê Kurd û dostên wan niha li vir Newrozê pîroz dikin. Birêz Abdullah Ocalan banga 'Aştî û Demokratîk' ji cîhanê re ragihand û agirê aştiyê pêxist. Em li qiraxa Îmraliyê ne. Ji vir hezar carî silav ji Îmraliyê re."
Piştre parlamenteran û gel bi hev re agirê Newrozê vêxist û pîrozbahiyê bi stran û govendê dewam kir.