
Li Mêrdîn'e pîrozbahiya bi heybet
- 15:20 20 Adar 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdîn û Kerboranê di pîrozbahiyên Newrozê de hat diyarkirin ku li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî hatiye derketin.
Li Mêrdîn û Kerboranê bi tevlibûna bi hezaran Newroz hat prozkirin.
Kerboran
Newroz îro li navçeya Kerboran a Mêrdînê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" / " ji bo Civaka Demokratîk Newroza Azadiyê" hat pîrozkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Kamûran Tanhan, Rêxistinên DBP'ê yên bajar û navçeyan bajêr û yên DEM Partiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî pîrozbahiya li qada Newrozê bûn. Qada Newrozê bi alên zer, sor û kesk ên DEM Partî û DBP'ê hat xemilandin. Di serî de jin û ciwan gelek kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di bernameya Newrozê de ku bi pêşengiya jin û ciwanan hate lidarxistin, alên zer, sor û kesk hatin vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Newroz pîroz be" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.
Bername piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Piştre Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî ) ya bajarê Mêrdînê û navçeyên Mêrdînê di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku divê bi berpirsyarî tev bigerin.
Kamuran Tanhan ku piştre mafê axaftinê girt, cejna Newrozê li hemû gelê Kerboranê pîroz kir û piştgiriya xwe ya ji bo daxwazên aştiyê yên bi piştgiriya gel re dubare kir.
'Gelê peyama xwe bi awayekî zelal da'
Wekîla Şirnexê Ayşegul Dogan ku bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir, bi bîr xist ku gelê Kurd her tim alîgirê aştî û demokrasiyê ye û ji bo vê têkoşiyaye. Ayşegul Dogan got, "Bi baweriyeke mezin piştgirî bidin vê bangê û hembêz bikin. Gelê Kurd û Kurd bi salan e ji bo hemû gelan, ol û baweriyan daxwaza civakek demokratîk, jiyan û azadiya xwe dike. Bila kes nebêje ku piştgiriyeke xurt ji bo vê bangê nehatiye kirin. Vê rexneyê li xwe nekin. Weke her car em ê di rêya xwe de bidomînin, helbet hûn jî li ser rêya xwe pêşeng bin , hûn bi biryar in û peyama we zelal e Ez li ser navê partiya me, bi minetdarî, bi rêz û hezkirineke mezin we hemûyan ji ber pêşwazîkirina we ya germ silav dikim."
Piştî axaftinan agairê Newrozê hat pêxiitn û pîrozbahiyê bi govendê dewam kir.
Mêrdîn/Navend
Pîrozbahiya Newrozê ya li Mêrdînê bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" danê sibehê bi hatina welatiyan a qadê dest pê kir. Welatiyan bi cil û bergên xwe yên kurdî li qadê ahenga rengan ava kirin. Welatiyên Ereb û Suryanî jî cihê xwe di pîrozbahiya Newrozê de girtin û jin û ciwan bi awayekî xurt tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Di platformê de pankarta “Newroz Azadiyê Pîroz be” bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Suryanî û pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” li ber platformê hatin daliqandin.
Bi pankartên xwe ketin qadê
Welatiyên ketin qadê dema govend gerandin, Dayikên Aştiyê bi şapikekî mezin û spî di destên xwe de ketin qadê. Dema jin bi pankartên xwe ketin qadê, saziya Xeta Jinê jî bi pankarta “Jinên ku bedena xwe dikin giloka agir rêya berxwedanê ronî dikin” ketin qadê. Ketina jinan a qadê bi çepikeke mezin hat pêşwazîkirin. Jinan bi kincên rengîn cihê xwe li qadê girtin û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" govend gerandin.
Li Mêrdînê gel bi hev re dijîn
Parlamenter Salîha Aydenîz ku pişt re mafê axaftinê girt, bi çar zimanan silav li welatiyan kir û got, "Mêrdîn bajarekî ku gelek gel lê dijîn, gel bi yekîtiyê lê dijîn. Li Mêrdînê yek ziman, yek ol, yek zîhniyet nayê qebûlkirin. Newroz di heman demê de Newroza gelan e. Newroza gelan pîroz be. Agir îro li çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Silav li kesên ku ew agir pêxistin."
Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranan û govendê bi dawî bû.