'Rotaya me Birêz Ocalan e rêya me banga wî ye'

  • 14:46 20 Adar 2025
  • Rojane
SÊRT - Hevserokê Giştî yê DEM PartiyêTuncer Bakirhan di Newroza Sêrtê de axivî û got, "Rotaya me Birêz Ocalan e, rêya me 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' e. Heta ku rêya me zelal be, heta ku em bi hêz bin, ez ji dil bawer dikim ku em ê di rojên tarî de bi ser bikevin û bigihêjin ronahiyê."
 
Li Sêrtê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel, rêveberê Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD) Abdulhey Okumuş û parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan, li qada Newrozê û li taxa Dîlokê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Nûnerên partî û rêxistinên sivîl beşdar bûn.
 
Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî û alên kesk û sor û zer ketin qadê û demeke dirêj govend gerandin. Di pîrozbahiya ku bi pêşengiya ciwan û jinan pêk hat de coşeke mezin hate nîşandan.
 
Di dema rêzgirtinê de timî dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Parlamentera Sêrtê ya DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş, şaredarên bajêr, navçe û bajarokan û nûnerên partiyên siyasî derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre Komîteya Amadekar a Newrozê derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Hevserokê Partiya DEM Partiyê ya Sêrtê Eşref Tekîn got, "Bila ev Newroz bibe sedema azadî, aştî û yekîtiyê. Newroza we bi berxwedana ji Kawa heta Mazlûm hat, ev berxwedan rêya me ronî dike. Em banga aştiyê ya Birêz Ocalan ji Qada Sêrtê silav dikin. Ji bo ku ev bang bigihêje armanca xwe, em ê berpirsyariyên xwe yên girîng ên di vê pêvajoyê de bi hemû hêza xwe ya aştiyê bi cih bînin." 
 
'Newroz ji bo me sedem û hebûn e'
 
 
Piştre hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) û hunermendên herêmî derketin ser dikê û demên xweş ji welatiyan re pêşkêş kirin. Girse bi coş, çepik, tilîlî û dirûşmeyan li ber xwe da. Sabahat Erdogan Saritaş derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Sabahat Erdogan Saritaş got, "Newroz ji bo me doz e, hebûn e, hatina biharê ye, berxwedan û serhildan e. 50 sal berê agirê Newrozê li Botanê bilind bû, mezin bû, li 4 parçeyên Kurdistanê belav bû, li cîhanê belav bû. Her diçe agirê azadiyê mezintir dibe. Weke gelê Botanê ez vê têkoşînê ya herî bi hêz pîroz dikim. Newroza Îmraliyê û Newroza Birêz Ocalan hezar carî pîroz be."
 
'Em Newroza Birêz Ocalan pîroz dikin'
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di destpêka axaftina xwe de Newroz li gel pîroz kir. Tuncer Bakirhan got, "Berxwedana Newrozê keda salan e, mizgîniya azadiyê ye, jiyaneke nû ye, emaneta Mazlûm, Zekiye, Rewşan, Mame Mûsa, Sakîne Ana ye. Em ê ti carî destûrê nedin ku ev agir bê vemirandin."
 
Pîrozbahiyê bi govendê dewam kir.