'Em ê têkoşîna dayika xwe Sarê Demîr bidomînin'

  • 09:15 4 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Dayika Şemiyê Sarê Demîr ku bi salan e ji bo aştî, azadî û yekîtiyê têdikoşe û bêyî ku kujerên zarokên xwe bibîne jiyana xwe ji dest da, gotina wê ya dawî wiha bû: “Piştî ku ez mirim negirîn. Beriya ku ez bimirim dixwazim kujerên zarokên xwe bibînim.”
 
Dayika Şemiyê Sarê Demîr (95) a li navçeya Hezexê ya Şirnexê dijî, roja borî li nexweşxaneya Êlihê ku 2 meh bû ji ber nexweşiya pençeşêrê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Sarê jî wekî bi hezaran dayikên din bêyî ku kujerên zarokên xwe bibînin jiyana xwe ji dest da. 
 
Sarê li gundê Xaltanê ya Hezexê ji dayik bû, di temenê biçûk de tê zewicandin û li gundê Xendûkê bi cih dibe. Sarê ku dayika 7 zarokan e. Sarê di sala 1991'an de, salên ku herî zêde komkujiyên kiryar nediyar pêk hatin, zaroka xwe ya yekem winda kir. Di sala 1991'an de kurê wê Îbrahîm bi şev di serdegirtina mala wê de bi zorê tê binçavkirin, piştî çend rojan cenazeyê kurê xwe di şikefteke gundê Xendûkê de dibîne û li wê gundê tê definkirin. Kurê wê yê din Giyasettîn Demîr jî di sala 1998'an de li ser rêya Nisêbînê ji aliyê heman hêzan ve tê qetilkirin û cenazeyê wî li Hezexê tê definkirin. Kurê wê yê din Nîhat Demîr (Dilxwaz) ji ber zextên dewletê tevlî PKK'ê dibe, di sala 1993'yan de li Çiyayê Bagokê di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dide û cenazeyê wî li Nisêbînê tê definkirin. Dîsa zaroka wê ya 2 salî Hakmiye û zaroka wê ya 4 salî Sêvê Demîr jî ji ber nexweşiya sorikê di heman rojê de jiyana xwe ji dest didin.
 
Di salên 90'î de dema ku zextên dewletê gelekî zêde dibin, Sarê di sala 1993'yan de bi valakirina gundan re rû bi rû dibîne. Ji ber zext û gefên dewletê Sarê û malbata xwe ji gundên xwe koç dikin û li navçeya Hezexê bi cih dibin. Sarê û malbata wê ya ku li vir bi cih dibin, dîsa bi zextên dewletê re rû bi rû dibînin. 
 
Dayika Aştiyê ya Kerboranê û keça wê Hatûn Oguz (75) û keça wê ya din Halîme Aslan (60) behsa têkoşîna dayika xwe kirin.
 
‘Dewlet bi salane zilmê li me dike’
 
Hatûn Oguz a ku Dayika Aştiyê ye, anî ziman ku dayika wê ji zarokatiya xwe heta jiyana xwe ji dest da her tim bi zextên dewletê re rû bi rû maye û wiha got: “Dayika min ji bo dîtin û darizandina kujerên birayê min Îbrahîm, ji sala 1991’an de hat qetilkirin vir ve di nava têkoşîneke mezin de bû. Di sala 1993’yan de dema birayê min Nîhat jiyana xwe ji dest da, dewletê bi ser malên me de girt û ji me xwest ku em ji gundê xwe derkevin. Leşker û cerdevanên ku hatin gundên me gef li me xwarin û gotin ‘ya hûn ji gundê xwe derkevin yan jî em ê we di nava van xaniyan de bişewitînin’. Ji ber zilma dewletê malbata min di sala 1993’yan de koçî navçeya Hezexê kir û li vir bi cih bûn. Dewlet ne tenê wê demê bi salan e zilmê li dayika min, malbata min û Gelê Kurd dike.”
 
'1988’an de bi pitika xwe ve hat binçavkirin'
 
Hatûn, bi bîr xist ku dayika wê Sarê, bavê wê Omer, birayên wê Îbrahîm, Giyasettîn û xwişka wê Cevahîr di sala 1988'an de hatine binçavkirin û wiha dom kir: “Dema dayika min hat binçavkirin xwîşka min dergûşê de bû û wê jî birin. Dayika min piştî du rojan bi xwişka min a derguşê de serbest hat berdan. Bavê min û xwîşka min Cevahîr jî piştî 3 rojan hat berdan. Birayên min Îbrahîm û Giyasettîn jî wê demê hatin girtin û mehekî di girtîgeha Mêrdînê de man. Ew mehekî di girtîgehê de îşkence dîtin. Birayê min Giyasettîn 3 caran hat binçavkirin û di sala 1995’an de hat girtin û nêzî salek tê de ma. Di malbata min de kesê ku nehat binçavkirin nemaye. Piştî ku birayê min Îbrahîm hat qetilkirin şûnde zilma dewletê zêdetir bû. Di gundê me de qereqol hebû. Her serê sibehê leşkeran mala me dorpêç dikir. Li ber deriyê me nobetê digirtin. Roja ku bi ser malên me de negirin tunebû û her tim pirsa Îbrahîm dikirin. Ev 40 sal zêdetire em bi zilmê re rû bi rû ne. Dayika min zilm, koçberî û zextan hemûyan dîtiye. Pirtûkekî sed rûpel binivîsin jî têra jiyana dayika min nake. Dayika min heta ku jiyana xwe ji dest da jî vê êş û kule dikişand.”
 
‘Dema me digot Çiyayê Bagokê ye digiriya’
 
Hatûn, wiha behsa nexweşiya dayika xwe kir: "Dayika min demek dirêje tedawiyê didît. Di Meha Remezanê de bi dayika xwe ve em ji nexweşxaneya Êlihê vedigeriyan. Dema em ji wir vegeriyan dayika min got ‘ev kîjan çiyaye?’ Me jî got çiyayê Bagokê ye û li ser vê yekê dayika min giriya. Ji ber ku birayê min Nîhat li wir jiyana xwe ji dest da. Dema li nexweşxaneyê bû jî ji bo zarokên xwe her tim digiriya. Ne bi tenê dilê dayika min ya hemû dayikan wisa dişewite. Gelek dayik êşa xwe jî bi xwe re birin gorê. Dayika min jî ji van dayikan yek e. Dayika min mirin û êşa zarokên xwe dît û bi vê êşê jiya. Dayika min beriya ku jiyana xwe ji dest bide got ‘Piştî ku ez mirin bila tu kesek negirî’. Dayika min ji bo zarokên xwe digot ‘Ez bimirin jî kiryarên zarokên xwe tu carî efu nakim. Bibin yek û yekîtiya xwe ava bikin. Destûrê nedin ku bila tu kesek we ji hevdû veqetîne'. Dayika min her kengî çavên xwe digirt zarokên wê dihatin li ber çavên wê û digot ‘Ez çavên xwe digirim û dibînim ku Îbrahîm dibin û qetil dikin. Her tim li ber çavên min e’.  Dilê hemû dayikan wisa dişewite.”
 
 ‘Em ê lêgerîna wê ya edaletê bidomînin' 
 
Hatûn, dawiya axaftina xwe de got ku dayika wê bi salan e ji bo ku kiryarên zarokên wê bên darizandin têkoşîna edaletê dida û wiha dewam kir: “Cihê ku dayika min neçû nema. Her çixwasî hêza wê hebû çû hemû derê. Dayika min ji bo têkoşîna edaletê heta Çiyayên Kato û Bagokê çû. Dayika min digot ‘Beriya ku ez bimirim dixwazim kiryarên zarokên xwe bibînim’. Lê belê dayika min beriya ku kujeran bibîne jiyana xwe ji dest da. Li Cizîrê çalakiya Dayikên Şemiyê hebû û diçû li wir tevlî çalakiyan dibû. Ji ber nexweşiya xwe demên dawiyê de nikaribû biçe cihê xwe. Lê belê tu carî dev ji lêgerîna xwe ya edaletê berneda. Dayika min digot ‘Vê êşê me dît, bila tu dayikek din nejî’. Dema operasyonên leşkerî dibû dayika min diçû pêşî disekinî.  Dema di televîzyonê de nûçeyên mirinê dibihîst digiriya. Dayika min jinek jêhatî, zane û dûrist bû. Der barê dayika xwe de çi bêjim têr nake. Lê belê em ê heta dawiyê li ser rêya wê bin û lêgerîna edaletê bidomînin.”
 
‘Ji mezinan re mezin, ji biçûkan re biçûk bû’
 
Keça wê ya din Halîme Aslan jî diyar kir ku dayika wê mêvanperwer bû û ji mêvanan pir hez dikir û axivî: “Deriyê mala wê ji hemû kesan re vekirîbû. Hemû kesan dikir mêvan. Dayika min jinek gelek jêhatî, zane û wêrek bû. Tu carî li hember zilma dewlet û civakê serî netewand û her tim li ber xwe dida. Dayika min derdê hemû kesan wek derdê xwe didît û wisa guhdar dikir. Sohbeta wê gelek xweş bû. Di civaka ku jin, zarok û mêr tê de hebûya diçû rûdinişt sohbetê dikir. Hemû kes bêdeng dima û wê guhdar dikir. Hemûkesan rêzdarî nîşan dida. Ji mezinan re mezin, ji biçûkan re biçûk bû.”
 
‘Rûyê wê tu carî nekeniya’
 
Halîme, bi bîr xist ku dayik, bav, bira û xwişka wê dema hatin binçavkirin wan birine cihê bi navê Newala Hadelê û dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min li wir destên xwe avêt qirika leşkerek û ji wan re gotiye 'çiye hûn her carê dibêjin Îbrahîm. Me çi bi we kiriye?' Bavê min bi zorê dayika min paşve kişandiye. Birayê min Îbrahîm 10 caran hat binçavkirin. Her carê bi rojan binçavan de de dima û îşkenceyê re rû bi rû dima û bi îşkenceyê jî çû. Dayika min êş kişand lê tu carî ji têkoşîna xwe paşve gav neavêt. 3 zarokên wê hatin qetilkirin û ji wê demê vir ve tu carî rûyê wê nekeniya. Tim giriya. Me nedîtiye ku dayika min keniyaye.”
 
‘Ev têkoşîn dê bidome’
 
Halîme, dawiyê de ev tişt got: “Jiyana dayika min hemû ji bo min bîranîne. Dayika min piştî nexweş ket me digeriya digot werin li cem min. Dema me sohbet bikira jî hertim behsa birayên min dikir. Digot ‘Bizanibin ku kî birayên wê qetil kirine.’ Piştî ku birayê min Giyasettîn hat qetilkirin şûnde kurekî wî hat dinyayê. Dayika min navê wî jî danîn ‘Giyasettîn’. Em ê heta dawiyê li ser şopa rêya dayika xwe bin. Em ê xwedî vê têkoşînê derbikevin. Heta kujer bên dîtin û darizandin em ê têkoşîna xwe didomînin.”