Jinên Amedî: Bila jin ji ber nasnameya xwe neyên girtin

  • 09:12 4 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Derya Ren-Medya Uren
 
AMED - Jinên siyasetmendar ên kurd timî di hedefa îqtidara AKP-MHP’ê de ne. Li rex ku gelek jinên siyasetmedar hatin girtin di derbarê gelekan de jî doz hate vekirin. Jinên Amedê li dijî girtina siyasetmendarên jin bertek nîşan dan û gotin: "Ew tenê ji ber jin in an jî ji ber kurd in têne girtin."
 
Di rojên derbasbûyî de, derbarê hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de ji bo parlamenteriya wê were xistin doz hate vekirin. Li gel vê yekê heta niha bi sedan jinên kurd ên siyasetmedar hatin girtin, yan jî derbarê wan de doz hatine vekirin. Hevsroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û weke wan gelek parastvanên mafên jinan hatine girtin.
 
Derbarê hedefgirtina jinên siyasetmedar ên kurd de me mîkrafona xwe dirêjî jinên Amedî kir. Jinan pirsên me wiha bersivandin:
 
'Bila herkes fikrê xwe biparêze'
 
Edanûr: "Di nava civaka me de hişmendiyek zayendperest heye. Di her qadê de li dijî jinê nêzîkatiyek zayendperest heye. Ez vê hişmendiyê gelek şaş dibînim. Her wiha li hemberî kesên ku ne li gor fikrê wan in an jî ne wek wan in rewşek êrişkariyê heye. Em jî hêvî dikin ku edalet cihê xwe bibîne. Jinên ku bi awayekî bê heq û hiqûq hatine girtin werin berdan. Divê êdî gel şiyar bibe û di mijarên bi vî rengî de bêhtir hestiyar nêz bibin. Herkes bila fikir û ramanên xwe biparêze."
 
'Dewlet li dijî jinan tev digere'
 
Şaziye Okşak: "Em jî naxwazin ku jinên siyasetmedar hedef werin girtin. Lê mixabin dewlet wisa dike. Jinan naparêzin û li dijî wan tev digerin. Ji ber vê sedemê jî tim jin tên çewisandin û mafên wan tên binpêkirin. Em êdî naxwazin jin rastî êrişan werin û li dijî wê jî em çareseriyê dixwazin."
 
'Bi taybetî jî jin tên çewisandin'
 
Berfîn Turan: "Em çi bêjin jî gotinên me vala diçin. Derbarê girtina siyasetmedaran de jî nizanim çi bêjim bê mafiyek mezin li me dikin. Divê weke gel em li hemberî vê yekê rabin. Pêwîst e ne yek deng derbixe û were girtin ên din jî bêdeng bimînin. Li vî welatî bê mafiyên gelek mezin li me têne kirin. Bi taybetî jî jin tên çewisandin."
 
'Ez edaletê dixwazim'
 
Melek Basat: "Yên ku di derbarê vê mijarê de gotinekê dikin tên girtin. Divê ev sîstem were guhertin, ev çerx wisa nazîvire. Sûcê jinan tenê jinbûyîna wan e. Di nava civakê de jin tên biçûkxistin lê belê li dijî wê jin timî zayenda bi hêztir in. Her tiştê hûn li derdora xwe dibînin bi jinê re xweşik dibe û di afirandina van tiştan de jî keda jinê qat bi qat zêdetir e. Jin nebin wê jiyanek aram nebe. Ez li pişta hemû kesên ku mafê jinan diparêzin. Nêzîkatiyên divê neyên kirin diqewimin. Xwedê dawiya me bi xêr bike. Kesên ku bi rastî jî terorê dikin, mirovan qetil dikin, di nava bajêr de teqînan dikin nayên girtin, werin girtin jî bi cezayekî biçûk xilas dibin. Gelek kesan ji ber fikrên wan, bêyî ku sûcek kiribin di girtîgehan de dihêlin. Cezayê mueebetê li wan dibirin. Ma ev edalet e. Bavê min hate qetilkirin. 46 sal ceza dan kujerê wî û bi ser de jî 5 sal ji ber halê baş daxistin. Lê belê kesên ku mafê jinan diparêzin, li pişt jinan disekinin jî dixin girtîgehan. Ma ev dibe gelo? Ez ji ber vê edaletê dixwazim."
 
'Divê gotina edaletê bi nivîsandinê re sînordar nemîne'
 
Hamdiye Çîçen: "Tim dibêjin edalet, edalet lê mixabin ev peyv di gotinê de dimîne. Em li gel jinên ku hatine girtin e. Di encamê de em jî jin in. Em di siyasetê de di her aliyî de wekheviya herdu zayendan dixwazin. Ji me re mêr û jin ferq nake di vê mijarê de. Bi kurtasî em ji bo jinan edaletê dixwazin. Di vê jiyanê de herkes ne mîna hev e. Divê cudahî navbera wan de neyê kirin. Divê gotina edaletê bi nivîsandinê re sînordar nemîne."
 
'Li vî welatî hişmendiyek zayendperest a li dijî jinan heye'
 
Nîsa Efe: "Li vî welatî hişmendiyek zayendperest a li dijî jinan heye. Ev jî bê guman bandorê li keda jinê pîşeya wan jî dike. Ji ber wê jî di serî de jinên siyasetmedar hedef tên girtin. Divê herkes di vî warî de bi hiş û bîr be. Li gorî fikra min tu gavek ji bo jinan nayê avêtin. Weke jin bi tu awayî em van nêzîkatiyan qebûl nakin û pêwîst e mafên me ji me neyên girtin."
 
'Di eslê xwe de pêwîst e ev sîstem û hişmendiya wê were guhertin'
 
Zeynep Yildiz: "Bi salan e êşa her tiştî ji jinan tê derxistin. Ne bûyerek ku em pê şaşmayî bimînin. Tiştekî em bikin jî tune ye. Ji ber em çiqas dengê xwe derdixin rewş ewqas xirab jî dibe. Di eslê xwe de pêwîst e ev sîstem û hişmendiya wê were guhertin. Ez sîstemek wekhev dixwazim. Min dixwest ez di nava civakek ku cudahiya zayendan tê de tune de mezin bibim."
 
'Ev ne edalet e'
 
Remziye Çiçek: "Em tim li gel mazlûman in. Ya ku tê kirin nîjadperestî ye û li gorî min ev tiştekî pir şaş e. Tenê ji ber kurd e xistina parlamenteriya wan, yan jî têne ji ber kurd e nikare parlamenterî, wezîrtiyê bike. Ev nêzîkatiyek şaş e. Bi taybetî jî di aliyê cudahiya li ser jinan dikin jî gelekî şaş e. Gelek jin hene ji mêran bi aqiltir û pêşdetir in. Tenê ji ber jin e divê neyê girtin an jî neyê bêdengkir in. Ev ne edalet e.
 
Gurbet Kırmızıçiçek: "Em her tim li pişt HDP’ê ne. Pêwîst e em li dijî kiryarên Erdogan jî bibin yek. Encex bi yekbûnê em dikarin serkeftinê bi dest bixin."
 
'Dewlet bi tu awayî piştgiriyê nade jinê'
 
Semra Yildiz: "Her ku jin bi hêz dibin, hişmendiya mêrê desthilatdar tê rewşa hîna talûketir. Berê em ne gelek bi hiş û bi bîr bûn. Lê di roja îro de me xwe bi rêxistin kir û bi vî rengî jî li dijî jinê êriş zêde dibin. Ez di wê baweriyê de me ku em hêza xwe ji hev digirin. Şerê me ne tenê bi mêr re ye. Mixabin dewlet bi tu awayî piştgiriyê nade jinê. Bê guman lewazbûna jinê bi kêrî gelek kesan tê."