Sara Botan: Em ê tola fermanê bi hêza jinên ciwan hilînin

  • 09:01 4 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Evîn Zenda - Ayşe Guney
 
ŞENGAL - Berdevka Yekîtiya Ciwanên Şengalê Sara Botan, derbarê Kongreya Jinên Ciwan ên Şengalê de ku berî bi demeke kurt hat lidarxisitn de nirxandin kir. Sara diyar kir ku wan ji bo tola jinên di fermanê de hatin qetilkirin û ên ku hîna di destên çeteyande ne hilînin ev kongre li darxistine û got, "Em ê tola fermanê bi hêza jinên ciwan hilînin."
 
Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku li ser civaka Êzidî de hatî meşandin, jinên Êzidî yên ji fermanê rizagar buyî ji bo tola tevahî jin û civaka xwe hilînin dest bi kar û xebatên rêxistinî kirin. sazî û dezgehên xwe ava kirin û di nava civakê cihê de xwe diyar kirin. Bitaybet jinên ciwan bi erka xwe rabun û bi sedan jin ji bo tola fermanê hilînin cihê xwe di Hêzên Parastina Şengalê de girtin û ji bo tola şehîdên fe  fermanê hilînin berê xwe dan bi dehan hemleyên weke Tebqa û Reqayê. Piştî rizgarkirina Şengalê jinên ciwan vê carê jî ji bo bikaribin civaka xwe perwerde bikin û rêxistin bikin kar û xebat dan meşadin. Piştî keda 7 salan a Yekitiya Jinên Ciwan a Şegnalê (YJCŞ) cara yekê di 30 Hezîranê de Kongreya Jinan Ciwan li darxist. 
 
Derbarê rêxistinbûn û Kongreya Jinên Ciwan ên Şengalê  Berdevka Yekitiya Ciwanên Şengalê (YCŞ) Sara Botan ji ajansa me re axivî û giringiya Yekitî û Rêxistin buna Jinên Ciwan vegot.
 
'Em Azadiya xwe di fikra Rêber Apo de dibînin'
 
Sara Botan di despêka gotinên xwe de bal kişand ser Êrişên li ser Civaka Êzidî û wiha got: “Civaka me di rewşeke pir hesas re derbas dibe.  Bê gûman êrişên dujmin ên li ser tevahî parçeyên Kurdistan û ên li ser civaka me bi hev ve girêdayî ne û ev êrişên niha ji aliyê xêrnexazên civaka me ve tên meşadin ne dûrî  fermana 74’an e. Êriş hemanin lê civaka me ne heman civake ji bo wê piştî fermanê heya niha civaka me bi hêzên xwe yên parastin û bi rêxistina xwe ya civakî rê nedaye Peyman û pilanên fermanê. Niha şerê li ser civaka me tê meşandin ji aliyê Dewleta Tirk ve tê meşandin lê PDK jî bi awayeke vekirî hevkariyê dike.  Niha herî zêde dixwazin Civaka Êzidî li hember hev rakin û ev jî awayek yê şerê qirêj ê dujminên civaka meye. Lê heta niha bi ser neketine û wê bi ser jî nekevin. Weke ciwanên Şengalê em jî rê nadin vê.  Emê heTa dawî li ser fikra Rêber Apo bimeşin.  Ji ber ku em weke Civaka Êzidî weke ciwanên êzidî em azadiya xwe di fikra Rêber Apo de dibînin.”
 
'Em bi vîna Zîlan û Bêrîvanan xwe rêxistin dikin'
 
 Sara di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser Kongireya Yekem a Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û wiha got: “ Di vê demê de weke jinên ciwan me jî kongireya xwe ya yekemîn li darxist.  Bi taybet di demeke wiha ku dujminên civaka me dixwazin civaka me tune bikin de lidarxistina Kongireyê bi serê xwe bersiveke gelek mezine. Ev 7 sale ku jinên ciwan di nava civakê de bi awayekî aktif kar û xebatan didin meşadin. Lê me weke jinên ciwan ji bo xwe bes nedît, me xwest ku bi Kongireya xwe kar û xebatên xwe mezintir bikin û bikaribin li bermberî tevahî êriş û zîhniyeta jinê bindest dike tekoşîna xwe bigehînin lutkeyê. Ji bo ku em bikaribin tola fermanan hilînin û ji bo ku em bikaribin dawî fermanan bînin me di 30’ê hezîranê di salvegera çalakiya Şehît Zîlan de Kongira xwe li darxist. Em ê bi hêz û vina Zîlan û Bêrivanan xwe bi hêz bikin û rê li tevahî paşverutî û dagirkeriyê bigirin.”
 
'Em ê bi rêxisitnê tola tevahî jinan hilînin'
 
 Sara her wiha qala zextên li ser jinên ciwan jî kir û da diyar kir ku ji bo ew bikaribin jinê ji koletiyê rizgar bikin û bigihînin asta ku bibin îrade wê ji vir şunde hewil bidin xwe bigihînin tevahî jinên ciwan û wan ji şerê taybert û paşverutiyên pergalê durbixin,  Sara da zanîn ku  ew ê li ser xeta Bêrivan û Zîlanan jinan bigihînin feraseta jina azad û wiha domad: “Îro li ser gelek jinên ciwan zext û qedexe hene. Ji aliyê bav, bira û derdorê ve zext li ser jin tên meşadin. Ev yek jî dihêle ku jinên ciwan zahmetiyên  mezin bikşînin.  Di nava van 7 salan de me heTa astekê ev feraset guhert.  Lê mixabin bi temamî tune nebuye. Ji bo em bikaribin mafên xwe bi dest bixin û civakê bi hêza xwe rêxistin bikin em ê rêxistinbuna xwe xurt bikin. Em ber bi salvegera Fermanê ve diçin û me kongireya xwe ji bo em tola jinên di fermanê de hatin qetilkirin û her wiha ji bo jinên ku hîna di destê DAIŞ’ê de ne li dar xist. Weke jinên ciwan em ê xwe rêxistin bikin û tola tevahî jinan hilînin em ê bi rêxistinbuna xwe bikin ku jinên êzidî di civakê de li cewhera xwe vegerin. Bê goman em ê bi ronahiya fikrên Rêber Apo xwe bigehînin armancên xwe.”
 
'Me meclisên jinên ciwan ava kirin'
 
Sara Botan di dawiya nirxandinên xwe de qala pirojeyên jinên ciwan ên pêşerojê jî kir û wiha bilêv kir: “Di kongireya me de meclisên jinên ciwan hatin avakirin. Em dixwazin ku tevahî jinên ciwan yên ku zext li ser wan hene û dixwazin xwe rizgar bikin her wiha dixwazin xwe perwerde û rêxistin bikin berê xwe bidin meclisên jinên ciwan û  emê di demên pêş de bi rêya van meclisan aktiviteyên cur bi cur pêk bînin.  Her wiha em ê ji bo çand û sporê jî qadan vekin. Ji ber ku em tenê dikarin bi van rêbazan enerjiya jinên ciwan rast kanalize bikin.  Ji bo hevalên me yên ku ji ber sedemên cuda cuda di warê derunî de zahmetiyan dikşînin jî em ê xebatan bidin meşandin.”