Xizmên Windayan di hefteya 699'an de li aqûbeta Huseyîn Ertaş pirsîn

  • 13:35 2 Tîrmeh 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqubeta Huseyîn Ertaş hat pirsin. Çalakvanan ji bo çalakiya hefteya 700'emîn jî banga tevlîbûnê kirin.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mîrovan (IHD) a Amedê û Xizmên Windayan, di hefteya 699’emîn çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolû ya navçeya Rezan Amedê li dar xistin. Endam û rêvebirin Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) a Amedê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.
 
Di çalakiyê de aqûbeta Huseyîn Ertaş ku di 8'ê tîrmeha 1995’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliye 4 kesan ve hatibû revandinê û hatibû şewitandin hat pirsîn. 
 
Di çalakiyê de destpêkê rêvebera ÎHD Ezgî Sila Demîr axivî û erîşa ku hefteya borî li Qada Galatasarayê li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê hatibû kirin şermezar kir û ji bo çalakiya hefteya 700'emîn a  hefteya bê banga tevlîbûnê kir. 
 
Piştre endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz axivî û serpîhatiya Hûseyîn Ertaş xwend. Firat, da zanîn ku Huseyîn ji gundê Emrûdê yê navççeya Qoserê ye û 9 zarokên wî hebûne û wiha got: "Debara xwe bi sevaltî û cotkarî dikir. Timik li gund leşkeran gef li Huseyîn Ertaş dixwarin û cerdevaniyê lê ferz dikirin. Gundiyên Emrûd ku cerdevaniyê qebûl nakin ji gund derdikevin û gund ji aliyê leşkeran ve tê şevitandin. Malbata Huseyîn Ertaş jî ji gund derdikeve û li Qoserê bi cîh dibe. Piştî hatina Qoserê 4 kes bi çekan û wesayîta Torosê tên mala Huseyîn û bi gefê wî dibin qeraqolê. Her çiqas malbata Huseyîn Ertaş ji qeraqolê dipirse bersiva 'Em nizanin, li ba me nîne' digire."
  
Di berdewamê de Firat, diyar kir ku cenazeyê Huseyîn Ertaş bi awayekî şewitandî di 13'yê tîrmeha 1995'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hatiye dîtin û ew tişt got: "Otopsiya Huseyîn Ertaş li Serêkaniyê li navendeke tenduristiyê tê kirin û piştre agahî didin malbata wî. Malbat cenazeyê Huseyîn Ertaş teşhîs dike û dibe gundê Emrûdê vêdişêre. Di sala 2006'an de jî malbat doz vedike û hê jî tu gavek nehatiye avêtin."
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.