Jinên Wanê ji bo Kongreyê amade ne: Hêza me ya guhertinê heye

  • 09:02 2 Tîrmeh 2022
  • Ramyarî
Zelal Tunç
 
WAN - Jinên bi reng, tilîliyên xwe ji bo kongreya HDP’ê îro derdikevin rê  diyar kirin ku hêz û gotna wan a ku biguherin, azadî û astiyê ava bikin heye û banga tevlibûna kongreyê kirin.
 
Partiya Demokratîka Gelan (HD) bi dirûşma "Em ê bi hev re bi ser kevin" di 3’ê Tîrmehê de li Salona Sporê ya Arenayê  ya Enqereyê 5’emîn Kongreya xwe ya Mezin a Awarte pêk tîne. Li her derê Tirkiye û bajarên herêmê amadekarî temam bûn. Ji Wanê jî wê îro otobus derkevin rê. Jinên li tax û kolanan bi rojane xebitîne diyar kirin ku wê bi reng û tililiyên xwe tevli kongreyê bibin û banga tevlibûnê kirin.
 
‘Li dijî qirkirina jinê em ê di kongreyê de bên gel hev’
 
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Handan Karakoyun bi lêv kir ku heta niha li taxan xwe gîhandine bi sedan jinî û wiha bi lêv kir: “Me bi kelecanek mezin amadekarî temam kirin. Li dijî êrîşên li hember partiya me, li dijî qirkirina jinê, ji bo em bibin dengê ciwanan, em wateyek girîng didin kongreya xwe. Li dijî hemû êrîşên li hember gelan werin em di 3’ê Tîrmehê de di kongreya Enqereyê de bersiva herî mezin bidin.”
 
‘Em daxwaza azadiyê bilind bikin’
 
Ji jinan Gurbet Oktay diyar kir ku yekane partiya ku azadî û mafê jinan diparêze HDP ye û wiha vegot: “Ez bang li hemû jinan dikim ku bi reng, tilîlî û daxwaza azadiyê li kongreyê bên gel hev. Werin em bi hev re di HDP’ê de bên gel hev.”
 
Kongreya li dijî krîza aborî
 
Feyruz Akkuş jî anî ziman ku HDP nasname û ziman diparêze û wiha dawî lê anî: “Ji ber krîza aborî em pirsgirêkên mezin dijîn. Ne tenê karkgeriyên me em kirê jî didin. Em nikarin debarê bikin. Em diçin dan û stanê nikarin tiştekî bigirin. Ez bi hêvî me ku wê HDP vê krîzê çareser bike. Werin em li dijî krîzê di kongreya HDP’ê de bên gel hev.”
 
Welatiya bi navê Evîn Oklu jî ev nirxandin kir: Ji bo aştî û aramî bê em HDP’ê diparêzin. HDP dikare azadî, aştî û demokrasiyê bîne. Ji bo Tirkiyeyek demokratîk em dibêjin HDP. Em bang li hemû jinan dikin. Werin hêz û gotina me ya ku biguherîne heye.”