Hevberdevka HDK’ê: Pirsgirêka kurd dê bi muzakereyan bê çareserkirin

  • 09:01 2 Tîrmeh 2022
  • Ramyarî
Marta Somek
 
STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, diyar kir ku ji bo pêvajoya aştiyê divê alî tevli pêvajoya muzakereyê bibin û got: "Yek ji aliyan yê herî girîng jî Birêz Ocalan e. Divê her kes li dijî polîtîkayên tecrîdê rabin û bêdeng nemînin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in di bin tecrîda giran de ye û 15 meh in bi malbat û parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Bi armanca tecrîda li ser Abdullah Ocalan bidawî be û azadiya fîzîkî pêk bê li her çar alî cîhanê çalakî pêk tên. Di 12’yê hezîranê de bi pêşengiya Kongereya Demokratîk a Gel (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) bi dirûşma "Em li dijî tecrîdê ji bo parastina azadiyê dimeşin Gemlîkê" li Gemlîk a Bursayê hat xwestin ku meşek pêk bê.
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr ji ajansa me re der barê pêvajoya siyasî, zext, girtin, pirsgirêka kurd û tecrîdê de nirxandin kir.
 
'Êrişên desthilatdariyê'
 
Esengulê destnîşan kir ku ev du hefteyên dawî ye êriş û furya binçavkirinê zêde bûye û got: “Polîtîka êrişê ya AKP’ê ev 6-7 sal in li dijî ciwan, jin, muxalefet, aliyên ekolojîk û raya giştî ya demokratîk didome. Di hefteyên dawî de êrişa li HDP-HDK’ê zêde bûne. Êrişa hember avahiya HDK’ê, di operasyona navenda wê Tekîrdag bû 29 kes hatin girtin. Rêveberên navend û navçeyan yên HDP û HDK’ê bi operasyonê ji Çewlîk û Muglayê û bajarên din anîn Tekîrdagê. Heman awayî bi ser navenda giştî ya HDK’ê de hat girtin û di serdegirtinê de kovar, pirtûk û dokuman hatin desteserkirin.”
 
'Hedef krîmînalîzekirine'
 
Esengulê  diyar kir ku li emniyetê ji hevalên wan pirsa hûn kurdî dizanin a na pirsîne û wiha daxuyand: “Li emniyetê pirsên wekê kesên LGBT û musliman çawa gel hev in? hatine kirin. Her wiha hewl dane têkilî bi rêxistinê bê avakirin. Pirsên absurt û krîmînalîzekirinê ne.  Hewldane HDK û HDP’ê krîmînalîze bikin. Hewl didin têkiliya HDP’ê bi civakê re qût bikin. Di pevajoya 2016-2022’yan de ev êrîşa li hember HDP’ê gihiştiye asta herî jor.”
 
‘Polîtîka tecrîdê teqiya’
 
Esengulê berdewamiya axaftinê de daxuyakirin ku  HDK ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin û wiha anî ziman: “Ji ber nasname, bawerî û derdorên cuda di riya sêyem de hatin gel hev hedef hatin girtin. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de ev êrîşên tên kirin ne tesadufin. Birêz Ocalan nêzî 24 sal in di bin tecrîdê de ye. Ev pergala tecrîdê ya bandor li her derê jiyanê kiriye di cihekî de teqiyaye.”
 
‘Meşa Gemlîkê îtîraza li dijî tecrîdê ye’
 
Esengulê bi lêv kir ku Meşa Gemlîkê îtîraza li dijî polîtîkayên tecrîdê bû û plansaziyeke ku her kesî di vê mijarê de banga vexwendiya hestiyariyê dike ye û wiha pê de çû: “Ev bang ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bû. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê rayagiştî bê avakirin. Rayagiştî ne tenê kurd û mexdurên şer in. Di heman demê de ji sedî 99 welatiyên Tirkiyeyê ji şer bi bandor dibin. Divê li dijî şer zext li dewletê bê kirin.”
 
‘Yek ji aliyên muzakereyê Ocalane’
 
Esengulê di dawiya axaftina xwe de ji bo şer biguhere pêvajoya aştiyê divê alî tevli pêvajoya muzakereyê bibin û wiha bi dawî kir: “Ancax alî dikarin muzakereyê bikin. Rayagiştî ya demokratîk ji bo muzakereyê dikare zextê bike. Di vî alî de divê hemû alî bên gel hev. Yek ji aliyan yê herî girîng jî Birêz Ocalan e. Divê her kes li dijî polîtîkayên tecrîdê rabin û bêdeng nemînin.”