Ebrû Gunay: Em xeta xwe ya nû ya têkoşînê diyar dikin

  • 12:02 30 Hezîran 2022
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, li avahiya giştî ya partiya xwe ji çapemeniyê re civîna heftane li dar xist û li ser mijarên di rojevê de nirxandin kir.
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û mijarên di rojevê de nirxandin. Ebrû Gunay bal kişand ser 5'emîn Kongreya Asayî ya Mezin a partiya xwe ku dê di 3'yê tîrmehê de li Enqereyê bê lidarxistin. 
  
Ebru di axaftina xwe de  bal kişand Kongreya Asayî ya  HDP'ê ku wê di 3'yê Tîrmehê de bê li darxisitn û got,"Wek hûn jî dişopînin, amadekariyên me yên ji bo kongreyê dewam dikin. Di 3’yê mehê de yanî roja yekşemê em ê  5'emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin li dar dixin. Me heta niha bi gelek aliyan re hevdîtin pêk anî. Ev çend meh in em bi hemû pêkhateyên xwe re nîqaşan dikin. Gelek fikr û nêrînên hêja di amadekariyên kongreyê de derketin. Ew fikr û nêrîn dê stratejiya me ya nû, xeta me ya nû diyar bikin. Li dor wan fikr û nêrînan em xeta xwe ya nû ya têkoşînê diyar dikin."
 
'Em ê bersivê bidin zîhniyeta partiya me digire'
 
Ebrûyê girîngiya kongereyê bi bîr xit û ev tişt got, "Belê ev kongreya me hem ji bo me hem jî ji bo Tirkiyeyê dê bibe kongreyeke dîrokî. Em ê di kongreya xwe de bersiveke gelek baş bidin zîhniyeta ku dixwaze partiya me bigire. Ew dixwazin HDP’ê bigirin, asteng bikin, rê li ber potansiyela HDP’ê bigirin. Lê li dijî zihniyeta AKP-MHP’ê em ê HDP’ê xurtir û berfirehtir bikin. Ew çiqas bixwazin rê li ber meşa me bigirin, em ê hîn zêdetir têkoşîna xwe mezin bikin. Kongreya me dê bibe bersiveke zelal ji bo faşîzmê. 
 
'Em ê têkoşîna edalet û aştiyê bi pêş bixin' 
 
Ebrûyê di dawiya axaftina xwe de mijarên sereke ku wê di kongreyê de bigirin dest jî bi van gotinan anî ziman, "Di kongreya me de bi taybetî em ê li dijî şer têkoşîna aştiyê, li dijî polîtîkayên tecrîdê, em ê têkoşîna edalet û azadiyê bi pêş bixin. Li dijî tengkirin û sînorkirina siyaseta demokratîk, em ê rêxistin û fikriyata HDP’ê berfireh bikin. Em dibêjin hêvî em in, çareserî em in. Ez ji vir careke din bangî hemû gelên me dikim: Werin li dijî êriş û zextên li ser partiya me yekitî û têkoşîna xwe bihêztir bikin. Werin di kongreya me de bersivê bidin zîhniyeta ku dixwaze rê li ber têkoşîna me ya azadiyê bigire."