Siyasetmedarên jin: Kongreya HDP'ê dê bibe bersiva êrişan

  • 09:06 30 Hezîran 2022
  • Ramyarî
Marta Somek
 
STENBOL - Jinan diyar kir ku wê bi bi dirûşma ‘Em ê bi hev re qezenc bikin’ tevlî 5’emîn Kongreya Mezin a Awarte ya HDP’ê ya li Enqereyê pêk bê bibin û gotin: “Her kes bila bê, bila xwedî HDP’ê derkeve. Her wiha beyî HDP’ê li Tirkiyeyê siyaset ne pêkan e."
 
Di 23’yê sibata 2020’an de 4’emîn Kongreya Awarte a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hatibû û piştî vê êrişên li hember HDP’ê bê navber zêde bû. Gelek kes hatin girtin û qedexeya siyasî anîn ji siyasetmedaran re. Bi sedan xebatkarên partiyê hatin girtin. Herî dawî doza girtinê li HDP’ê vekirin. Tevî hemû êrîşan HDP xebatên xwe didomîne. 
 
HDP bi dirûşma "Çareserî em in, gotina me heye" wê di 3’yê tîrmehê de li Salona Sporê ya Enqereyê 5’emîn Kongreya Awarte pêk bîne. Xebatên kongreyê bên navber ddome û ji Edîrneyê heta Colemêrgê gel dê tevlî kongreyê bibin.
 
Li Stenbolê jî ji bo kongreyê xebat li tax û bazaran tê meşandin. Eleqeya gel a ji bo xebatan gelek mezine. Rêxistina HDP’a Stenbolê li 39 navçeyan hedef dike ku welatiyan tevlî kongreyê bike siyasetmedarên jin beriya kongreyê ji ajansa me re axivîn.
 
'Kongre dê bibe bersiva êrişan'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Tunbul der barê mijarê de wiha nirxandin kir: “Kongre wê bersiva hemû êrişan bide. Me xebatek wisa danî ber xwe. Me soz girt ku wê rêveberên me bi hevjîn zarok û ciwanan re tevli bibin. Ev kongre wê hemû fikrên tasfiyekar poşman bike. Wê bi wan şûnde gavê bide avêtin. Hebûn, têkoşîna HDP’ê nikarin tune bikin. Dema hebûna HDP’ê tune bihesibînin wê nasnameyan tune bikin. Hedefa me ev e sedhezar kes tevli bibin. Ger ku gel zextên li ser HDP’ê bibîne û qebûl neke wê tevlibûna kongreyê jî xurt be. Bila her kes bê, xwedî li HDP û mala xwe derkeve. Ew çiqas HDP’ê tenê bihêlin jî HDP tenê namîne.”
 
'Partiya ku dengê jinê dide bihistin: HDP'
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê Beser Çelîk jî bi lêv kir ku hedefa wan ev e ku bi sedhezaran kes tevli Kongreya Mezin bibin û bêguman ev rêxistin bûn wê fikra HDP’ê jî bixwe re belav bike. Beserê der barê mijarê de nêrîna xwe wiha bi lêv kir: “Di serdanên mal, tax û kolanan de me teşeyê rêxistinbûnê derxist holê. Di heman demê de armanc ev e ku sedhezaran tevli kongreyê bibin û bersiva kaos û krîz li welat tê jiyîn bê dayîn. Ji bo me tevlibûna jinan girîng e. HDP di heman demê de partiya jina ye. Dengê jinan dide bihistin. Xebatên me eleqeyek mezin dîtin. Di pêvajoya pandemiyê de kaos û krîzek mezin hat jiyîn. Ji ber gotinek muxalefetê tunebû û alternatifek tunebû. HDP di nokteya çareserî û alternatîfan de li herêman bi gel re hat gel hev. Rastiyeke ku fikriyata HDP’ê dibîne heye. Ji hemû navçeyan wê wesayît rabin. Piştî kongreya me ya bi coş em ê vegerin. Kongre di 3’yê tîrmehê de wê pêk bê. Em hêvîdarin hemû hevalên me bi xesasiyet tevli kongreyê bibin. Ji ber yekane alternatîfa wan HDP ye.”
 
'Beyî HDP'ê li Tirkiyeyê siyaset ne pêkan e' 
 
Hevberdevka Rêxistinkirinê ya Navendê a HDP’ê Besra Îşsever jî destnîşan kir ku HDP ji roja ava bûye heta niha bi êrişên mezin re hatiye rû hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem bi dozên girtin hem jî bi kumpasê dixwazin HDP’ê ji siyasetê tasfiye bikin. Em di pêvajoyek wisa de diçin kongreyê. Em niha li Stenbolê li navçeyan xebatên girîng derdixin holê.  Kongre gelek girîng e. Di 3’yê tîrmehê de ji her derê wê kes biçin Enqereyê. Beyî HDP’ê li Tirkiyeyê siyaset ne pêkane. Em vê baş dizanin. Ji ber vê em ê bi awayekî xurt tevli kongreyê bibin.”