Xizmên girtiyan: Divê ATK bê alî tevbigere

  • 13:22 29 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - Xizmên girtiyan di çarçoveya Nobeda Edaletê de li ber ATK'ê daxuyanî dan û gotin, "Îro li her derê bi sedan malbat dixwazin ku ATK bê alî tevbigere."
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ji bo ku bên berdan li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê di roja 226’emîn berdewam kir. Rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî, Piştgirî û Piştevaniya bi Kesen Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amede û Komeleya 78'an jî piştgirî dan çalakiya malbatan.
 
Di çalakiyê de ewilî keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Herdemê bi lêv kir ku tevî raporên ku girtiyên nexweş nikarin di girtîgehê de bimînin jî ji aliyê ATK’ê ve girtî nayên berdan û rapor tên binpêkrin. Herdemê anî ziman ku ATK dubendiyê dike nava girtiyan û wiha got: "Em li vir carek din gazî ATK’ê dikin ku bila xwedî li erka xwe derkeve û wan raporan qebûl bike. Ev ne daxwaza me tenê ye îro hemû malbatên girtiyan, sazî, partî û rexistinên sîvîl dibêjin ku bila ATK wan raporan qebûl bike. Ji ber wê bila ATK cihêkariyê neke, bila dawî li vê neyartiyê bînê û bi erka xwe rabe.” 
 
‘Em ê li pey zarokên xwe bin’ 
 
Piştî Herdemê dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Nazîme destnîşan kir ku çalakiya wan a bi daxwaza adaletê 8 meh li pey xwe hişt û got: “Heke wîjdan û merhamet bi wan re hebûna, çend mehen me di serma û germê de doza edaletê nedikir. Wê daxwazên me bihatana qebûlkirin. Lawê min girtiyekî nexweş e û bi salan e di girtîgehê de ye. Heta ku hêza me hebe em ê li pey nobeda edaletê û zarokên xwe bin. Banga me li rêyedarên dewletê ew ê ku bila daxwazên me qebûl bikin. Bila ev îşkenceya li ser zarokên me û me bi dawî bibe.” 
 
Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmên, "Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.