'HDP ji bo gelan bû hêvî'

  • 09:06 29 Hezîran 2022
  • Ramyarî
 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari, ji bo 5’emîn Kongreya Mezin a Awarte ya bi dirûşma "Çareserî em in, gotina me heye" bang tevlibûnê li her kesî kir û got: “Em ê peyama aştiyê bidin Tirkiye û Rojhilata Navîn. Em ê peyama ku wê nikarin partiya me bigirin bidin.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Çareserî em in, gotina me heye" wê di 3’yê tîrmehê de li Salona Sporê ya Enqereyê 5’emîn Kongreya Awarte pêk bîne. Xebatên kongreyê bên navber ddome û ji Edîrneyê heta Colemêrgê wê  bi otobusan partiyî bên kongreyê. Hedef ev e ku sed hezar kes tevli kongreyê bibe.  
 
Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari ku di komîsyona kongreyê de cih girt der barê amadekarî û peyamên ku wê bên dayîn de nirxandin kir.
 
Ji kongreyên din cudatire
 
Tulayê destnîşan kir ku amadekariyên kongreyê di şertên zor de lê bi hêvî didome û wiha daxuyand: “Ligel bajarên herêmê û Tirkiyeyê wê ji Rojhilata Navîn, Afrîka, Amerîka jî gelek heyet tevli kongreyê bibin. Em jî bi kelecanek mezin amadekariyên kongra xwe dikin. Ev kongreya me ji yên din cudatire. Der barê partiya me de doza girtinê hatiye vekirin. Ji bo doza Kobanê bê encamkirin jî rêbazên dijhiqûqî tên şopandin. Heyet û runiştinên ku dadgehên engîzîsyon yên Rojhilata Navîn bezandine hene. Di şertên wisa de em di pêvajoye ku faşîzm derketiye asta jor de diçin kongreyê.”
 
‘Di bin êrişên giran de em diçin kongreyê’
 
Tulayê destnîşan kir ku desthilatdariyê li ser partiya wan zext zêde kirine û şerê ku desthilatdarî dimeşînde dişibe "polîtîka harp a taybet". Tulayê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên êrişê tên kirin. Heman awayî li hember Herêma Federal a Kurdistanê jî operasyon bê navber didomin. Rol û mîsyonek ku HDP dilîze heye. Ev desthilatdarî ji bo hebûna xwe mayîn de bike û ji bo hilbijartinên pêş me qezenc bike, dixwaze HDP’ê ji dewrê derxe. Dema em li vê tabloyê dinêrin HDP partiyek hêviyê ye. Partiyek siyasî ya li dijî faşîmzê têkoşînek xurt dimeşîne ye.”
 
Wê ji bo jinan peyamên xurt bên dayîn
 
Tulayê diyar kir ku li Tirkiye û hemû cîhanê der barê tevgera jinan de bangên girîng kirine û balkişand ser Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn (NADA) ku HDP jî têde cih digire û wiha dirêjî dayê: “Di wir de wê gelek nûnerên me yên jin hebin. Wê jinên Ereb, Kurd, Ewropa û Amerîkayê jî hebin. Li Tirkiyeyê kuştinên jinan bê navber didomin. Ev şîdet ji aliyê deshtilatdariyê ve girantir dibe. Desthilatdarî olê dike alav û dixwaze serdestiyê li ser jinan ava bike. Olê îstîsmar dikin û jinan davêjin plana dawî. Di vê kongreyê de em ê peyama azadiyê bi awayekî xurt bidin. Ji bo ciwanan wê peyama me hebe.”
 
‘Em xwedî hêza ku pirsgirêkan çareser bikene’
 
Tulayê di dawiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Partiya me tevî heman şertan wê peyama 'çareserî em in' bide. Krîza aborî xizanî pirsgirêkên Tirkiyeyê girantir dike. Ev mijara gotinêye. HDP li dijî krîzê belavkirina hatineke bi edelet, çareseriya pirsgirêka kurd, çareserkirina pirsgirêka elewiyan dixwaze û ji pergala qeyûman re dibêje na.Ya herî girîng jî ji bo aştiyê em diçin kongreyê. Ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin Tirkiye bedelên giran dide. Em ê peyama aşatya mezin a li Tirkiye û Rojhilata Navîn bidin. Em ê peyama ku wê partya me nikare bê girtin bidin. Em xwedî hêza ku pirsgirêkan çareser bikene.”