Jin wê li dijî biryaran jiyana xwe biparêzin

  • 09:03 27 Hezîran 2022
  • Rojane
Marta Somek-Safiye Alagaş
 
STENBOL - Ji bo gumanbar Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn qetilkir, cezayê ‘daxistina tahrîka bêmaf’ hat dayîn û jinan bertek nîşanê biryarê dan. Jinan da zanîn ku wê li dijî vê têkoşîneke jinan a xurt danîn holê.
 
Runiştina  doza kujerê Pinar Gultekîn ,Cemal Metîn Avci yê ku bi îşkenceyê Pinarê kuşt, kesê ku pêr bû alîkar Mertcan Avci, dayika kujer Ayten Avci, bavê wî Selîm Avci, hevjîna wî ya ku jê veqetiya ye Eda Karagun û şirîkê wî  Gokhan Orhan ku ji ber reşkirina delîlan jê tên darizandin duh li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hat dîtin.  Pişti guhdarîkirina parêzerên aliyan, heyeta dadgehê derbarê Metîn Avci de cezayê muebeta giran da, lê pişter ev ceza bi hinceta ku tahrîk bûye daxist 23 salan û derbarê gûmanbarên din de jî biryara beraetê da.
 
Dosya şandin îstînafê
 
Serdozgeriya Komarê ya Muglayê û parêzerê malbatê biryara ku 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Muglayê dabû birin îstînafê. Her wiha ji her derê li dijî biryara hatiye dayîn bertek hatin nîşandan û jinan diyar kirin ku ew biryara daraza mêr nas nakin û di têkoşînê de bi biryarin.
 
Dewlet li pişt gumanbaran e
 
Aktîvista Femînîst Selîn Top da zanîn ku bi feshkirina peymana Stenbolê serokomar û desthilatdariyê peyama ‘em li pişta we ne’ dane gumanbar û got: “Ev di gotina gumanbar Cemal Metîn Avci ku got ‘başe peyman hatiye feshkirin’ de derketiye holê. Peyman bi têkoşîna jinan hat qezenckirin. Di encama têkoşîna jiyanê ya jinan, ya LGBT û jinên penaber de hat girtin. Dewlet jî vê bi feshkirinê dibêje ez li pişta gumanbarim. Di doza Pinarê de biryarek şerma mezin hat dayîn. Vê rê li ber hêrsek mezin vekir.Em bi hêrsa xwe li hemû kolanan e.”
 
‘Em ê jiyana xwe biparêzin’
 
Selînê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser çalakiyên jinan ên tên qedexekirin û bi lêv kir ku hêrsa jinan daketiye kolanan û wiha dawî lê anî: “Em biryara darazê nas kin. Yên cezayê kujerê Pinarê daxistin, cezayê muebetê didin jiyanê ku jiyana xwe diparêzin. Nevîn Yildirim bi muebetê girtiye. Ev jî nîşaneya şênber a ‘em li pişta kujerin’ ne. Em ê li dijî van kujeran jiyana xwe biparêzin. Em ê her tim kolanan tije bikin.”
 
‘Têkoşîna jinan duh dest pê nekiriye’
 
Endama Lijneya Rêveber a Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Stenbolê Sevgî Yilmaz jî wiha vegot: “Ev 20 sale kuştina jinan her diçe zêde dibe. Tevî zextên polîsan jin dadikevin qadan. Ev bi têkoşînê pêk hat. Destkeftiyên jinan ên bi têkoşîna sedsalan hatine bidestxistin tên tunekirin. Ji bo Peymana Stenbolê têkoşîna mezin hat dayîn. Ev têkoşîn têkoşîneke pir kevn e. Têkoşîna jinan duh dest pê nekiriye. Desthilatdarî bi êrîşan li hember têkoşîna jinan disekine. Divê pergal û zîhniyet biguhere.Bêguman li cihên ku demokrasî tune be jin bedelên giran didin. Em tenê têkoşîna jinan nameşînin. Em têkoşîna jiyanek wekhev û demokrasiyê jî didin. Ger em bi hev re têbikoşin em ê vê xelekê hîn bêtir mezin bikin.”
 
Cezayê hatiye dayîn cesaret daye gumanbaran
 
Endama Jinên Zanîngehê Beyda Ceylan jî bertek nîşanê biryara doza Pinarê da û wiha bi lêv kir: “Kujer û hevkarên wî hatin xelat kirin. Cezayê hatiye dayîn jî  cesaret daye gumanbaran. Kujerê Pinarê got ‘başe peyman hatiye feshkirin’.Peymana Stenbolê mafê jinan diparast. Dema ev hat feshkirin bêguman yên herî zêde fêde jê girtin kujer bûn. Em wek jinen ciwan li dijî şîdeta mêr têdikoşin. Em ê hesabê hemû jinên hatine qetilkirin jî bipirsin.”