Çalakvana 'Nobeta Edaletê': Em ji bo her kesî edaletê dixwazin

  • 09:02 27 Hezîran 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Dayika Bayram Kaymaz ê girtî Medîne Kaymaz, çalakvana "Nobeta Edaletê" ye û got: "Ez di serî de bang li malbatên girtiyan û hemû kesan dikim ku piştevaniya çalakiyê bikin. Em ji bo her kesî edeletê dixwazin.”
 
Xizmên girtiyan bi armanca binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê dest bi "Nobeta edeletê" kiribûn. Li Îzmîrê di 12’ê sibatê de li Baroya Îzmîrê çalakî hat destpêkirin. Dayika girtiyê bi navê Bayram Kaymaz yê li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê dimîne, Medîne Kaymaz jî di nobetê de cihê xwe digire û da zanîn ku ev du meh in li edeletê digerin.
 
Medîneyê got ew ji bo her kesî edeletê dixwazin û banga tevlibûna çalakiyê kir û wiha vegot: “Divê girtiyên nexweş bên berdan, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.”
 
‘Çavkaniya bêdadiyê şer e’
 
Medîneyê destnîşan kir ku ew ji bo her kesî edeletê dixwazin ji bo vê jî divê şer bidawî be. Medîneyê wiha balkişand ser rewşa girtiyan: “Cezayên giran didin girtiyan û mafên wan ji dest digirin. Bila wijdan hebe, mirovahî hebe. Bila cîhan bi aram be. Wê ev zilm heta ku derê biçe. Çi jî bikin wê kurd dest ji têkoşînê bernedin. Ji ber kezeba me dişewite. Zarokên me girtîne û nexweşin. Ev 40 sal in em aştiyê dixwazin. Rojnameger girtin. Gelo çi kirine? Kurd çima tên girtîne. Bila bizanin ku em dest ji kurdbûna xwe bernadin.”
 
Medîneyê daxuyakirin ku ziman, çanda Gelê Kurd di hedefê de ye û wiha pê de çû: “Em ji bo ziman û çanda xwe girtîne. Lîderê kurdan di bin tecrîdê de ye. Gelo çi sûcê wî heye? Ji ber aştiyê dixwaze tê tecrîdkirin. Êdî bes e. Em kurd in. Em aştî û edeletê dixwazin. Em ne tenê ji bo xwe em ji bo gelê Tirkiyeyê edeletê dixwazin.”
 
‘Li girtîgehan zilm û tecrîd heye’
 
Medîneyê wiha dirêjî dayê: “Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Kurê min 27 sal in girtiye û sê sale wî nabînim. Telefon bi pereye, 4 deqeyan tenê mafê axaftina bi telefonê didin me. Pêkanînên kêfî hene û zilmê dikin. Hemû nexweşin û nayên dermankirin. Tu sûcê wan tune. Ji ber kurd in tên girtin.”
 
Divê her kes tevli çalakiyê be’
 
Medîneyê balkişand ser "Nobeta Edeletê" û wiha daxuyand: “Ji gelek aliyan kes tên serdana me. Di serî de jî divê xizmên girtiyan piştgiriyê bidin. Divê dayikên leşkeran dayikên Tirk dayikên ku edeletê dixwazin bên cem hev. Bila bên ligel me rûnin. Zilm li ser hemû girtiyan heye. Ez bang li Wezareta Dadê û serokomar dikim. Bila xwîn nerêje. Berpirsên cenazeyên ji girtîgehan tên dewlete. Çiqas zilmê bikin jî nikarin biqedînin. Em bang li hemû kesên ku edeletê dixwazin dikin. Werin em bi hev re bijîn. Bi vî awayî wê kes bi me serî nede tewandin.”