Mizgîn a tahliye bû: Li girtîgehan îşkence û tecrîd zêde dibe

  • 09:04 26 Hezîran 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Mîzgin Çîçek da zanîn ku bi biryara Lijneya Şopandina Îdarî îşkenceya psîkolojîk û tecrîda li girtîgehan giran dibe, polîtîka çewisandin û tirsandinê di dewrê de ye, şert û merc her diçin giran dibin û banga hestiyariyê kir.
 
Mizgîn Çîçek ya Beşa Mamostetiya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Dokuz Eylul a Îzmîrê dixwend, ji ber parvekirinên ser medyaya dijîtal hat binçavkirin û der barê wê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" de 5 sal û 3 meh ceza hat birîn. Mizgîn ya li girtîgeha Jinan a Şakrandê girtî ma 4 sal û 8 meh şûnde divê bi şerta kontrola edlî bihata berdan, lê di 21’ê mijdara 2021’ê de Lijneya Şopandina Îdarî 10 meh tahliyekirina Mizgînê taloq kir.
 
Mizgîn ya rojên borî de hat berdan, ji ajansa me re axivî. 
 
Mizgînê got yek ji rêbaza cezakirinê "taloqkirina tahliyeyane" û wiha dirêjî dayê: “Koxuşa em têde bûn dikirin pirsgirêk. Digotin ji ya siyasî biçin ya serbixwe. Ji bo em bên tahliyekirin divê em biçûna koxuşa serbixwe. Lê xalek wis tune. Vê bi gotinê dibêjin. Di fermiyetê de tiştek wisa tune. Cezayên dîsîplîn û grevên birçîbûnê jî dikin hincet. Di qanûnan de cezayên berê nikarin bên pêş mirovan. Mirovên 30 sal in girtîne hene. Ew jî dibêjin ‘em ê 30 sal in we bînin pêşberî we’.”
 
‘Tiştên lijneyê de tên pirsîn di belgeyê de tune ne’
 
Mizgînê diyar kir ku lijne hinek pirsan dipirsin lê ev pirs di dosya û belgeyên hatine amadekirin de cih nagirin û wiha got: “Bersivên tên dayîn dikin qeydan. Ji ser vê jî cezayên dîsîplînê didin girtiyan. Ev polîtîka çewisandin û zextê ye. Min nameyeke banga hestiyariyê ji Murathan Mungan re nivîsî. Ji ber vê lêpirsîn hat vekirin. Di dosya min de ew heye. Ew wek ‘reşkirina saziyê’ anîn hember min û tahliyekirina min taloqkirin. Hurriyet Dogan 10 mehan ya Berîn Aydin jî 9 mehan tahliya wan hat taloqkirin. Girtiyên li bendê tahliyeyê ne jî di bin vê rîskê de ne.”
 
‘Muxatab nayên dîtin’
 
Mizgînê destnîşan kir ku ji rêxistinên civakî re name nivîsîne, xwestine bi midûrên girtîgehê re biaxivin û wiha bi lêv kir: “Lê ev daxwazên me nehatin bersivandin. Bi taybet em nikarin bi midûra yekem Meltem Babaoglu re biaxivin. Bi mehan em muxataban nabinin. Rayedarên Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê û Lijneya Mafê Mirovan a Walitiya Îzmîre hatin serdana girtîgehê û min pê re hevdîtin kir. Min got daxwaznama min ya ji bo berdana bi kontrol nekirine meriyetê. Ev mafê sereke yê girtiye. Qebûl nekin jî divê bikin meriyetê. Hinceta vê jî ji ber ez neçûme koxuşa serbixwe yan. Ev jî bi niviskî tê gotin”
 
‘Di koxuşekê de 38 kes hene’
 
Mizgînê, daxuyand ku niha li koxuşekê 38 kes dimînin, hinek girtî li erdê radizên û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me xwest em hinek derbasî koxuşa tenişkê bibin lê red kirin. Xwarinan li gori kapasîta koxuşê nadin. Bi terza tehdîdwarî diaxivin. Dibêjin ‘dewlet we xwedî dike’. Girtiyên nexweş bi mehan sewq nakin. Di vê pêvajoyê de nexweşî giran dibin. Dema demildest mudaxale neyê kirin nexweşî kronîk dibin. Nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay, Gulser Ozbay, Guler Bîlen, Hayriye Yagbasan nexweşiyên wan kronîk in. Ev hevalên me 30 sal zêde ne girtîne. Dayikên 60 sal zêde temenê wan hene. Hasne Bulut he rtim nexweşe divê ji çavên xwe amelyat bibe. Nexweşa şekir e. Divê xwarinên diyabetê bixwe.  Demên dawî de yên hatin hemû dayik bûn. Hevala me Esmer Ayaz ji bo diranan çû nexweşxanê. Doktor derziyê lêdixe û dibêje hinekê xwe dirêj bike. Lê cenderme kelepçe dikin. Esmer qebûl nake û li ser vê bi zor kelepçe dikin. Destê wê birîn dibe. Doktorê revîrê rapor dayê. Tevî vê lêpirsînek nehat destpêkirin.”
 
‘Polîtîkayên çewisandin û tirsandinê’
 
Mizgînê, da zanîn ku di pergala telefonê ya nû de pirsgirêk tên jiyîn, her wiha telafiya dema winda dibin jî nakin û di berdewamiyê de binpêkirin wiha rêz kir:  "Em dema hevdîtinan de fikaran dijîn. Ger roja hevdîtina bi telefonê pirsgirêka Înternetê çareser nebe ew mafê me dişewite. Ji bo girtiyên siyasî mafê telefonê ya bi dimen tune. Di koxuşan de ankesor hene. Berê em diçûn korîdoran. Lê niha tam îzolasyonek heye. Di hevdîtinan de gardiyan heqeretwarî diaxivin. Dayikên me bênirx dikin.  Qert û nameyên tên şandin nadin me.”
 
‘Banga hestiyariyê’
 
Mizgînê, diyar kir ku saz û gîtarên bi hinceta ewlehiyê kom kirin, sê hefteyan carê didin, pênûsên rengîn li kantînan nayên firotin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dixwazin girtiyan ji civakê qût bikin. Ji bo aktîvîteyan ji holê rakin îşkenca psîkolojîk dikin. Li dîwaran wêne daliqandin sûce. Dibe sedema lêpirsînê. Ji bo pirtûkên kurdî em gelek hewl didin. Ez bang li hemû kesî dikim ku li dijî şertên zehmet yên girtîgehan bi hestiyar bin. Şertên girtîgehê her diçin giran dibin.”