Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin

  • 13:02 25 Hezîran 2022
  • Rojane
STENBOL - Polîsan çalakiya hefteya 900'î ya Dayikên Şemiyê ya ji bo aqûbeta windayan û cezakirina kujeran tê lidarxistin, kirin. Polîsan çalakî asteng kirin û gelek kes binçav kirin. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza kujer werin cezakirin, di hefteya 900’î de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar bixin. Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Zeynel Ozen, Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Girseyê got tevî astengiyan em ê çalakiyê li dar bixin
 
Beriya çalakiyê Cadeya Îstîklalê û Qada Galatasarayê polîsan bi barîyer û maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Polîsan ji girseyê re got ew li ser daxwaza Qeymeqamiya Beyoglu ya qedexekirina çalakiyan dê destûrê nedin Dayikên Şemiyê. Girseyê jî diyar kir ku ew ê tevî astengî û qedexeyê jî çalakiya xwe li dar bixin. 
 
Eren Keskîn jî hat binçavkirin
 
Polîsan dor li girseyê girt û êriş bir ser wan. Hevserokên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan qerenfîlên di destê binçavkiriyan de avêtin erde û kêliya li wesayîtê siwar dikirin li wan dan. 
 
Piştî êrişa polîsan metna ku dê Dayikên Şemiyê li Meydanê bixwende, ji aliyê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ve hat xwendin. Zuleyha destnîşan kir ku ew ê li ser navê dayikan vê daxuyaniyê bixwînin. 
 
Metna Dayikên Şemiyê wiha ye: 
 
“Galatasaray aîdî Dayikên Şemiyê ye. Em weke malbat û parêzvanên mafên ku zarok û xizmên wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve di binçavan de hatin windakirin di hefteya 900’emîn a têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê de li Galatasarayê ne. Em dayik, zarok, xwişk û bira, nevî, parêzvanên mafan in ku têkoşîna herî aştiyane û dadmend a cîhanê didin meşandin. Yên ku li Galatasarayê mezin bûne, li Galatasarayê extiyar bûne û li Galatasarayê hatine dinê em in. Yên ku hezkiriyên xwe yên ku dewlet hebûna wan înkar dike, bi wêneyên xwe li Galatasarayê diparêzin em in. Yên ku Galatasaray ji bo hezkiriyên xwe yên bêcih ku kirine goristan em in. Ji ber vê yekê Galatasaray ya me ye. 
 
Em li hezkiriyên xwe ku dewletê wan di binçavan de winda kirine, digerin. Galatasaray cihê lêgerîna me ye. Bila her kes baş bizanibe çi anîne serê windayên me di bin çavan de û em naxwazin carek din vê êşê bikişînin. Galatasaray cihê me yê heqîqetê ye. Bila kujer baş bizanibin ku Galatasaray cihê bîra me ye. Lewma em dibêjin Galatasaray ya me ye. Rejîma heyî ya ku berdewamiya zihniyeta ku hezkiriyên me windakirin e. Ev rejîma berdewama rejîmên din guh nade qanûnên xwe jî, dixwaze Galatasarayê ji me bigire. 'Hezkiriyên me li ku ne?' Li şûna ku bi hiqûq û edaletê bersivê bidin qîrîna me, ev çar sal in bi kelemçe, mertal, gazê li pêşberî me radiwestin. Ev qadeke ku di dilê Stenbolê de ji her kesî re vekirî ye. Vê qadê ji hemû Stenboliyan re qedexe dike ku em neyên vir. Dixwaze me bi zext, bi polîs, bi darbeyan, bi dadgehan me bitirsîne. Lê ew şaş in, kes nikare dayikekê bitirsîne ku li zarokê xwe digere, jinek li hezkiriyê xwe digere, zarokek li dê û bavê xwe digere, birayek li birayê xwe yê mezin digere, neviyek li kal û bavê xwe digere. Çimkî hê hovîtên ku me bi çavên serê xwe dîtin, li dinyayê nehatiye afirandin. 
  
Daxwazên Dayikên Şemiyê yên di hefteya 900’emîn de wiha ne: 
 
“* Bila aqûbeta windayan were eşkerekirin. 
 
* Bila dawî li bêcezahiştina kujeran ango faîlan were û demildest edalet bicih were. 
 
* Bila carek din kes di binçavan de neyê windakirin. 
 
* Bila Tirkiye Peymana Hemû Kesên Beriya bi Darê Zorê Bên Windakarina ya Neteweyên Yekbûyî îmze bike, erê bike û bisepîne!
 
* Hûn çi dikin bikin, em ê qet û qet dest ji qîrkirina ‘zarokên me li ku ne’ bernedin. 
 
* Hûn çi dikin bikin, kesên ku zarokên me winda kirine bi zirxên bêcezahiştinê neyên parastin, divê li pêşberî dadgeriyeke serbixwe hesab bidin! Em ê dev ji daxwazên xwe bernedin. Hûn çi dikin bikin jî em ê dev ji azadiya xwe ya kombûnê ya ku bi Destûra Bingehîn hatiye misogerkirin û Galatasaraya ku me ji bo bikaranîna vê azadiyê hilbijartiye bernedin. Hûn çi dikin bikin jî Galatasaray di wijdanê mirovahiyê de ya me ye."
 
Piştî daxuyaniyê beşdaran ji bo bîranîna windayan qerenfîl danîn erdê û çalakî bi dawî bû.