Berteka li dijî bûyera tecawizê: Em partiya, tecawizkar bi rê ve dibin naxwazin

  • 09:36 25 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Derya Ren-Medya Uren
 
AMED - Di rojên borî de serokê MHP’ê Cîhan Kayaalp bi îdaya tecawizî zarokekî 17 salî kiriye hat girtin. Têkildarî mijarê me mîkrafona xwe dirêjî şêniyên Amedê kir. Jinan bertekên xwe yên derbarê bûyerê de nîşan dan û bi taybetî jî ciwanan got: "Em partiyên bi vê hişmendiyê naxwazin. Ger mezinên me ji me hez bikin, divê di biryarên xwe yên hilbijartinê de baldar bin."
 
Di rojên ku bûyerên tecawuzê û qirkirina jinan zêde dibe de, bûyerek din ji ya tecawuzê ya ji aliyê MHP’ê ve pêk hatiye li Amedê deng da. Di 16’ê Hezîranê de biryara fesxkirina teşkilata MHP’ê ya Bajarê Amedê hate ragihandin. Piştî vê daxuyaniyê Serokê Teşkîlata MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp û hinek rêveberên partiyê yên ji aliyê Navenda Giştî ya MHP’ê ve ji peywirê hatibûn girtin hatibûn binçavkirin. Ajansa me JINNEWS’ê jî xwe gihand îfadeya zarokê 17 salî yê ku serokê MHP’ê Cîhan Kayaalp tecawizî wî kiriye. Di îfadeya zarok de jî sûcê kirine bi delîlan hate kişfkirin. Bê guman ev ne bûyera yekem e ku di nav MHP’ê de rû dide. Têkildarî politikaya MHP’ê ya didin meşandin û bûyera tecawuzê ya li Amedê rûdaye me mîkrafon dirêjî jinên Amedêkir. Jin bi dorê wiha axivîn;
‘Statuya wan çidibe jî divê em li dij derkevin’
 
Xwendevana ciwan a bi navê Naz Unal wiha diyar kir: “Em weke ciwan li Tirkiyeyê bi tirs dijîn. Bifikirin êdî zarok nikarin li ber deriyên malên xwe rawestin. Berê ez dihatim min karê xwe dikir û hinekî jî digeriyam, lê belê niha ez karê xwe diqedînim û direvim diçim malê. Ez bi wê tirsê li van kolanan digerim. Bûyera serokê MHP’ê kiriye me bihîst. Divê serê van bûyeran neyê girtin. Bixwazî serokkomar be, serokwezîr be divê qirijiyên kirine derxin holê. Divê em li hemberî wê dengê xwe derbixin ku qirêjiyên wisa di nav me de nemînin. Me anîne wê rewşê ku em bi şik bibin û ji hevalên xwe jî şikê bigirin. Divê em ji statuya kesan piştve neçin. Heya ku em li dijî wan dengê xwe dernexin wê wisa di nav me de qirêjiyan bikin.”
 
‘Pêşeroja me xira nekin’
 
Naz Unal wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bûyera li MHP’ê rûdaye hinekî jî sûcê welatiyan e. Divê gel wan kesan di vî bajarî de nehewînin. Em kurd in eslê me jî ev e. Kesek tecawuzkar hatiye li Amedê partiya xwe ava kiriye. Dixwazin me bixin destê xwe. Armanca wan diyar e. Bila gel destûra vê yekê nede. Çima gel bêdeng e? Ji ber ku em Rojhilatî ne divê em serî netewînin. Ez ji bo mezinên xwe dibêjim! Madem hûn ji me hez dikin û pêşeroja me difikirin hilbijartinên xwe rast bikin. Di hilbijartinan de bes pêşeroja me xira bikin. Hilbijartinek nû tê. Herkes li berjewendiyên xwe temaşe dike, ên di nav de dişewitin jî ciwan in. Di perwerdeyê de, aboriyê de, di aliye pîşeyê de û kargirtinê de cardin em dişewitin. Madem hûn me difirkirin destûra vê yekê nedin. Ji hilbijartinan re hindik maye. Ez weke ciwanekê nikarim bi rehetî fikrên xwe jî bînim ziman. Ez ciwanek kurd im, piştî ez çûm mal dibe ku min bigirin jî. Temaşeyê rewşa em ketinê bikin.”
 
‘Sedem polîtîkayên bêcezatiyê ye’
 
Eylem Kaya: “Ev bûyer me gelek xembar dike. Sedema bi rehetî tecawuz dikin jî bê guman ji polîtîkayên bêcezatiyê tê. Yek ji mînakên wê jî di rojên dawî de rû da. Cil û bergên jinê weke hinceta tahrîkkirinê hate nîşandan. Sûcdar jî bi vî rengî kêm ceza girt. Kesek nikare jinan bi cil û bergên wê binirxîne. Ev nabe hinceta berdana qetilkaran. Bi vî rengî zilamên din jî teşfîqê sûc tên kirin. Xelatkirina tecawuzkaran û qetilkaran hêzê dide mêrên din jî. Berê heya derengê şevan zarok li ser kolanan lîstok dilîstin. Ka niha li kolanan binêrin. Di nava rojê de dema zarok ji ber çavê dayika xwe winda dibe dayik ditirsin. Me anîne vê rewşê.”
 
‘Em heqê xwe helal nakin’
 
Eylem Kaya wiha berdewam kir: “Bi taybetî di bûyerên îstismarê de herî zêde zarok bi bandor dibin û ev rewş hatiye wê astê ku xwîna me biqerisîne. Sedema zêdebûna tundiyan polîtîkayên tên meşandin e. Em hemû jî heqê xwe li berpirsyaran helal nakin. Em wan efû nakin. Zarokek tê tecawizkirin. Divê ev neyê piştçavkirin. Jinek tê şewitandin, divê efûkirina vê, daxistina cezayê sûcdar pêk neyê. Divê bi qasî sûcê kirine ceza bigirin. Ez dixwazim di van bûyeran de bi taybetî jî medayê binirxînim. Ji ber ku gelek caran zimanê medyayê dibe sedema teşfîqkirinê jî. Hemû beşê civakê jî divê hestiyar temaşeyî bûyerê bikin.”
 
‘Mexdûrên tacîzê nayên guhdarîkirin’
 
Melîke Yanik: “Ez bi xwe jî mexdûrê tacîza mêran im. Min li ser wan kesan jî doz vekir. Di bûyerên vî rengî de zêde kesê mexdûr nayê guhdarkirin. Ji te bawer nakin. Gelek kesî jî ji min re digotin tu mezin dikî. Gelek kesan jî digot ‘Ser bûyerê bigire, gilî neke. Wê derbas bibe.’ Kes ji te bawer nake. Di bûyerên wiha de jî tu ji van bertekan pir bi bandor dibî. Ji bûyerê zêdetir jî ev gotin di min de birînek kûr vekir. Tiştek trajîk e ku gel fêrî van bûyeran bûye û ji rêzê dibînin.”
 
‘Ev sûc bê ceza dimînin’
 
Melîke dema pirsa me ya bûyera tecawuzê ya MHP’ê de derketiye holê berisivan got bê guman wê ser bûyerê de binixumînin. Em naxwazin kesên wisa li vir werin hewandin. Em li dijî hewandina wan e. Ez bi xwe ji Îzmîrê hatime. Bûyerên wisa li bajarên mezin zêdetir diqewimin. Lewra li Amedê jî bihîstina bûyerên wisa min xemgîn dike. Wisa xuya dike ku li vir ev bûyer zêdetir diqewimin. Ji ber ku sûcên bi vî rengî bê ceza tên hêştin jî zêde dibin. Ji bêcezatiyê cesaretê digirin.”
 
‘Em li vir MHP’ê naxwazin’
 
Melek Karataş: “Em ne di ewlehiyê de ne. Weke dayik, weke jinek destên me li ser dilê me ne. Ez nikarim bi dilekî rehet zarokên xwe bişînim firoştgehan jî. Em li Tirkiyeyê dijîn û ev bûyerana hatine wê astê ku em ji rêzê bibînin. Yên ku dibin sedem em ji hev şikê bigirin divê li vir nemînin. Em partiya MHP’ê li vir naxwazin. Vir Amed e, vir herêma kurdan e û em tenê HDP’ê dixwazin. Em Selahattîn Demîrtaş dixwazin.
 
‘Bê guman em hemû jî ne di ewlehiyê de ne’
 
Duygu Yildiz: “Bê guman em hemû jî ne di ewlehiyê de ne. Ji bo xweparastinê jî min KADES daxistiye telefona xwe. Ez mêran û hemû civakê jî vedxwînim ku bi wijdan tev bigerin. Li dijî bûyera di rêxistina MHP’ê de rûdaye gel bi bertek e. Ji bo aramiya civakê jî perwerde girîng e. Zarok ango mêr çawa û bi çi hişmendiyê tên mezinkirin. Ev xalan ji bo me hemûyan girîng e.”
 
‘Em naxwazin van bûyeran bibihîsin’
 
Sude Aydogdu: “Ez nû vê bûyerê dibihîsim û pir xemgîn bûm. Em ji jiyana xwe û bi taybetî jî ji jiyana zarokan bi guman in. Hûn jî dizanin di demên dawî de ev bûyer gelek rûdidin. Di her bûyerê de em bêhtir ditirsin. Zarokên me ne di ewlehiyê de ne. Zarokê hatiye mexdûrkirin çi bike jî wê mafdar neyê derxistin. Ji ber ku statuya van kesan diyar e. Di civaka me de jin, zarok û ajal gelek tên îstismarkirin. Daxwaza me ew e ku ev bûyer pêk neyên. Em êdî naxwazin van bûyeran bibihîsin. Êdî em di aliyê hiş û fîzîkî de jî westiyane.”