Wê ji bo girtiyên nexweş li Îzmîrê pêşangeha wêneyan bê lidarxistin

  • 09:06 24 Hezîran 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Platforma Azadiya ji bo Mehpûsên Nexweş û Aysel Tugluk ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş dê pêşangeha wêneyan li dar bixe. 
 
Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan ên li dijî girtiyan her roj zêdetir dibin. Her wiha ji aliyekî din ve jî rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 651 jê giran bi tevahî hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehan de tên girtin. Platforma Azadiya ji bo Mehpûsên Nexweş û Aysel Tugluk ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş dê pêşangeha wêneyan di 25'ê Hezîranê de li ber Îskeleya Konakê ya Îzmîrê saet di 19.00'an de li dar bixe. Wê di pêşangehê de wêne û çîrokên girtiyan derkevin pêş. 
 
 
Endama platfromê Dilek Kanlibaşdemir têkildarî pêşangehê agahî da ajansa me. 
 
'Ji bo em dengê girtiyan bidin bihîstin em hatin gel hevdu'
 
Dilekê bi lêv kir ku binpêkirina mafên li girtîgehan veguheriye qeyraneke civakî û got di bin navê "terbiyekirina" girtiyan de muameleya ne baş li girtiyan tê kirin û di bin şerdên tecrîdê de bi mirinê rû bi rû tên hiştin. Dilekê bi lêv kir ku bêparhiştina girtiyan a ji mafê xwe yê tendirustiyê sûcê mirovahiyê ye û wiha domand:"Ji bo em dengê girtiyan bidin bihîstin em hatin gel hevdu. Derbarê şertên tecrîdê de me li gelek aliyê Îzmîrê stant danîn û bi hezaran îmze kom kir. Me ev îmze ji Wezareta Dadê re şand. Armanca me ne tenê avakirina raya giştî ye em dixwazin çareser bikin, ev girîng e. Em bang li hemû rayedarên di vê mijarê de berpirsiyar in dikin û dibêjin bila dev jê berdin ku mehpûsên nexweş terkî mirinê bikin."
 
'Pirsgirêka li girtîgehan civakî ye'
 
Dilekê da zanîn di rojên hevdîtina rû bi rû heye de ew biqêrin ku girtiyan bi tenê bernadin û got pirsgirêka li girtîgehan civakî ye wê şopdarê wê bin. 
 
Dilekê herî dawî ji bo beşdariya pêşangeha sibehê gazî her kesî kir.