Li dijî biryara Pinar Gultekîn bertek: Ji bilî berxwedanê çareyek din tune ye

  • 09:04 24 Hezîran 2022
  • Rojane
 
Safiye Alagaş
 
ENQERE - Xwendekarên li Enqereyê bertek nîşanî cezayê ku ji bo kujerê Pinar Gultekîn hatî birîn dan û gotin: "Em ê li dijî biryara daraza mêr têkoşîna hevpar bidin." 
 
Piştî Peymana Stenbolê ji aliyê serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve hat feshkirin şûnde li welat ji 400’î zêdetir jin hatin qetilkirin. Ji bo betalkirina biryara fehskirina peymanê dozê hatine vekirin didomin û polîtîkaya bêcezahiştinê ya darazê jî ji bo mêran wek daxistina ceza vedigere. Rûniştina doza kujerê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci yê ku bi îşkenceyê Pinarê kuşt li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Muglayê hat dîtin. Pişti guhdarîkirina parêzerên aliyan, heyeta dadgehê derbarê Metîn Avci de cezayê muebeta giran da, lê pişter ev ceza bi hinceta ku tahrîk bûye daxist 23 salan û derbarê gûmanbarên din de jî biryara beraetê da. Bertekên jinan yên li dijî vê biryarê didomin.
 
‘Ji bilî berxwedanê çare tune’
 
Xwendekara Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê û endama Kolektîfa Femînîst a Zanîngehê (UFK) Leyla Mavîlî da zanîn ku doza du sal bû berdewam dikir di rûniştina 13'yemîn de jî li şûna kujer bê darizandin terza jiyanê ya Pinarê hatiye lêpirsînkirin û wiha axivî: “Hemû tiştên ji devê kujer derket rast hat qebûlkirin. Li hember bîranîna jineke ku hatiye qetilkirin jî rêzdarî tunebû û li pey wê gelek tişt hatin axaftin. Em gelek caran bûn şahidê vê. Terza jiyana jina ku tê qetilkirin tê lêpirsînkirin û ji kujer re li sedemê digerin. Zewicandiye, wê şevê çi karê wê li wir bû, alkol girtiye û hezkiriyê wê heye.. Li gelek sedeman digerin û dibînin jî. Di 3'yemîn rûniştinên doza Pinarê jî me heman tişt dît. Kujuer ji aliyê darazê ve tê parastin. Em ê nebin jinên makul yên AKP’ê. Daraza mêr bi hevkariya AKP’ê dibêje ‘ger tu nebî jina makul tuyê wisa bibî’.  Li dijî wan bi înyad em ê wisa nejîn. Ez ê mafê jinên hatine qetilkirin biparêzin. Ji bilî berxwedanê wekê din çareyeke me tune.”
 
‘Li vî welatî bawerî bi daraz û dewletê tune’
 
Leylayê balkişand ser pergala hiqûqê û wiha dirêjî dayê: “Tevî qanûna hejmar 6284 di meriyetê de ye nayê bikaranîn. Tevî qanûnan qirkirina jinê bi hêsani tê kirin. Di mehên borî de pêşnûme qanûna ku der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinan li meclîsê hat qebûlkirin. Lê bawerî tune ku ev xalên pêşnûmeqanûnê pêk bên. Li vî welatî bawerî bi daraz û dewletê tune. Bi daxistina tahrîka bêmaf kujerên jinan diparêzin. Kujer Cemal Metîn Avci bi awayekî xof parastina xwe kir. Vê cesaretê bêguman ji daraza mêr digire. Mêran pişta xwe daye AKP’ê. Lê em neçarin xwe rêxistin bikin. Ji bilî berxwedanê çareyek din tune. Ev têkoşîna mafê jiyanê ye. Em ji bo jiyanê têdikoşin. Heta em nebin yek ewlehiya me jî tune. Divê em xwe rêxistin bikin li dijî pergala xwe serî hildin.”
 
‘Gumanbar tên xelatkirin’
 
Xwendekara Pola duyemîn a Fakulteya Hiqûqî ya Zanîngeha Başkentê û endama UFK’ê  Guneş Yilmaz jî diyar kir ku gumanbar bi bêcezahiştinê tê xelatkirin û got: “Em li Tirkiyeyê hînê van dozan bûne. Beriya her rûniştinê em dibêjin gelo wê daraza mêr îro me matmayî bihêle. Lê mixabin matmayî nahêle. Di destpêka dozê de hinek xwediyên merciyan pêşniyar birin ji malbata Pinarê re ku ji dozê vekişin. Ji bo pêvajoya dozê bê dirêjkirin qeydên telefona Pinarê tên xwestin. Ger ku nasekî we yê xwediyê merciyê tunebe, hûn nikarin bikevin lêgerîna edeletê ji ber encam ev e. Ne gumanbar  jina tê qetilkirin tê lêpirsînkirin.”
 
‘Divê em bi hev re têbikoşin’
 
Guneşê, destnîyan kir ku ji bo mafe jiyanê divê têkoşînê bidin, ji bo têkoşînê jî şertên pêwist hene û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Em hewl didin li her derê dengê xwe bilind bikin. Di doza Pinarê de daraz di naqokiyê de ye. Dozger bi daxwaza cezayê muebeta giran mutalayê amade dike, dadger bi 23 sal ceza ew xelat kir. Sedema vê pergale. Em li dijî vê pergalê hewl didin bijîn. Daraza li pêş me daraza serdest ya mêr e. Ji bo feshkirina Peymana Stenbolê divê em dakevin kolana. Divê em bibin yek û têkoşîna xwe bimeşînin.”