'Girtina rojnamegeran siyasî ye'

  • 11:07 23 Hezîran 2022
  • Rojane
AMED - TÎP'ê ji bo rojnamevnanên hatine girtin raporek amade kir û bi daxuyaniya da parve kir. Di daxuyaniyê de parêzerê rojnamevanan Resûl Temûr axivî û got: “Ji pêvajoya binçavkirinê ve nêzîkatiyên hatine kirin ne qanûnî ne. Rojnamevan bi girteya ji berê de hatiye amadekirin re hatin girtin.”
 
Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) bi wesîleya binpêkirinên mafên rojnamevanan û 16 rojnamevanên di encama oparasyona di 8’ê Hezîranê de li navenda Amedê pêkhatiye de hatine girtin li Konferansa Tahîr Elçî daxuyanî dan çapemeniyê. Di dîwanê de parlementerê TÎP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG)  Dîcle Muftuoglu, parêzerê Rojnamevanên hatine girtin Resûl Temur cih girtin.
 
‘Elbet wê ew kes jî werin darizandin’
 
Di destpêkê de Ahmet Şik axivî û got: “Çapemeniya kurd timî bi sansurê re rû bi rû dimîne. Berê rojnamevan bi guleyan dihatin qetilkirin, niha jî sax dixin girtîgehan. Pêvajoya em dijîn nîşan dide ku Tirkiye ne dewletek hiqûqê ye, ne jî dewletek ku li gor qanûnan tev digere ye. Nêzîkatiya çapemeniya navneteweyî ne rast e. Herî kêm dikarin piştgiriyê bidin çapemeniya azad. Ji ber rojnamevanên hatine girtin di çarçoveya karê didan meşandin de hatin sûcdarkirin. Min xwest ez bi serdozgerê îfadeyên rojnamevanan girtiye re hevdîtinê bikin. Lê belê ev daxwaza min bi hinceta serdozger westiyayî ye nehate erêkirin. Em dikarin bêjin ev pêvajo wê biqede û wê kesên ev pêvajo anîne vê astê werin darizandin.”
 
‘Rojnamevan ji ber xebatên xwe hatin sûcdarkirin’
 
Resûl Temûr jî pêvajoya binçavkirin û girtina rojnamevanan bi bîrxist û got: “Hevdîtina me bi rojnamevanên hatine binçavkirin re hate astengkirin. Lewra di serî de biryara sînordarkirinê nehatibû. Serdozger daxwaza veşartinê ji dadger xwestibû. Piştî 8 rojan îfadeyên wan hatin girtin. Di dema nivîsandina îfadeya wan de jî gotinên rojnamevanan weke heyî nehate nivîsin. Rojnamevan ji ber xebatên dane meşandin, nûçeyên çêkirine, bernameyên tevlîbûne, pirsên kirine û bersivên dane weke sûc hatine hesibandin. Ji girtina rojnamevanan em dibînin ku ew ne li ser biryara dozger bi girteyên berê de hatine amadekirin hatin girtin. Di dawiya dozê de jî em hîn bûn ku dozgerê îfade girtiye ji Bismîlê anîne. Em nizanin ka çima ev dozger hatiye Amedê. ”
 
‘Em bi hev re berteka xwe mezin bikin’
 
Herî dawî jî Dîcle Muftuoglu axivî û got: “Em spasiya xwe ji hemû beşên ku piştgirî dane me dikin. Em dibînin ku her roj êrişên AKP-MHP’ê yên li ser çapemeniyê zêde dibe. Em baş dizanin ku armanca wan ji binî de tunekirina çapmeniya azad e. Bi qanûna Sansurê ya anîne meclîsê re dixwazin bi awayekî qanûnî pêşî li çapemeniyê bigirin. Divê li dijî van êrişan em bi yek dengî bibin bertek. Em bêdeng nabin û divê em bi piştevaniyê dengê xwe gurtir bikin.”