Li Mexmûrê wesayîtek hate bombebaran kirin
- 13:42 21 Gulan 2022
- Rojane
MEXMÛR - Di nava Wargeha Penaberan Mexmûrê de wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov ve hate bombebarankirin.
Li gorî saeta herêmî saet di 13.00’an de balefireke Bêmirov û Biçek a dewleta Tirk li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi wesayîtekê da.
Derbarê encama êrişê agahiyên berfirehtir nehate bidestxistin.
Her wiha li ser wargehê lîv û tevgera balafirên bê mirov ên bi çek didomin.