Li Mexmûrê wesayîtek hate bombebaran kirin 2022-05-21 13:42:08   MEXMÛR - Di nava Wargeha Penaberan Mexmûrê de wesayîtek ji aliyê balafirek bê mirov ve hate bombebarankirin.   Li gorî saeta herêmî saet di 13.00’an de balefireke Bêmirov û Biçek a dewleta Tirk li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi wesayîtekê da.   Derbarê encama êrişê agahiyên berfirehtir nehate bidestxistin.   Her wiha li ser wargehê lîv û tevgera balafirên bê mirov ên bi çek didomin.