Aborîst Guldem Atabay: Divê ev pergal biguhere

  • 09:06 17 Gulan 2022
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL- Aborîst Guldem Atabay da zanîn ku krîza aborî bi salane hêdî hêdî hatiye mezin bûye û got: “Neçareseriya pirsgirêka kurd aboriya Tirkiyeyê daxist jêr. Li şûna çareseriya pirsgirêka kurd bi mudaxaleyên leşkerî hewl dan bigirin bin kontrolê. Lê êdî qiral taziye. Şaşî tên dîtin û ji vir veger jî zehmete. Divê ev pergal biguhere.”
 
Li gorî Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) Û Lêkolîna Hêza Malbatî (HÎA) ji meha sibatê heta niha rêjeya betaliyê ji sedî 10,7 e. Li gorî heman raporê jî hejmara betalan 3 mîlyon û 579 e. Li gorî rapora DÎSK-AR  jî hejmara betalan ji meha sibatê de 7 mîlyon û 989 hez bûye.
 
Li gorî aborîstan daneyên enflasyonê ne zelalin û krîza aborî her diçe giran dibe. Bêgendiya desthilatdariyê jî her diçe didome û butçeyeke mezin  li şûna ji gel re bê veqetandin ji şer re tê veqetandin.
Aborîst Guldem Atabay der barê krîza aborî de nirxandinkir. Guldemê da zanîn ku  bi qasî serokê Bankayên Navendê diguherin yên TUÎK’ê jî diguherin û wiha vegot: “Em dizanin li pişt vê planek dewletê heye. Komeke xebatê ya serbixwe ya ji akademîsyenan pêk tê ya ku Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) aşkera kiriye heye. Daneyên ji vir tên aşkerakirin ji yên TUÎK’ê pir zêdetirin. Li ENAG’ê lêpirsîn hat vekirin. Ji ber daneyên rast aşkera kirin bi cezayên girtîgehê hatin darizandin. Ji ber vê jî daneyên tên aşkerakirin mijara nîqaşê ne û di rojedvê de ne.”
 
‘Naveroka daneyên enflasyonê ne zelalin’
 
Guldemê wiha dirêjî dayê: “Daneyên mezin dibin jî di nav daneyên tên nîqaşkirinê de ne. Aliyek vî yê teknîkî heye û ya din jî mudaxaleyên polîtîk hene. Ji ber vê daneyên enflasyonê ne zelalin. Ev jî bandor li pêvajoya xizaniyê dke. Ji ber mûçeyê mirovan têrî tiştekî nake. Lê enflasyona fermî ya eyarkirinên bacên dewlet dike gelek di ser daneyên fermî de tên girtin. Ev jî hem xizaniyê mezin dike û hem jî enflasyonê diçewisîne.”
 
‘Bihayên enerjiyê ji ber sedema şer wê zêde bibin’
Guldemê daxuyakirin ku her kes di enflasyonê ferq dike û her kes zem û bihayên zêde dibîne û ev tişt bi lêv kir: “Bihayekî li marketan carek din nayên dîtin. Ev jî daneyên enflasyonê dide ber nîqaşkirinê. Biha wê ji ber şer zêde bibin. Her wiha li seranserê cîhanê mirov xizaniyê dijîn û sedema vê jî çavkaniyê ji bo şer tên xerckirinê ne. Li Rojhilata Navîn xizanî pir girane. Bi xizaniya li Sûriye, Iraqê re mixabin lêçûnên şer tên kirin. Aborî li ser van xurt dibe û  xizanî jî berdewam dike. Li dijî xizaniyê divê polîtîkayeke têkoşînê bê  pêşxistin.”
 
‘Divê ev pergal biguhere’
 
Guldemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî pirsgirêkên li welat divê pêşniyarên çareseriyek mayînde hebin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê desthilatdariya AKP’ê û ev pergal biguhere. AKP û PDK’ê li hember herama Federal a Kurdistanê êrîş dan destpêkirin û hîna didome. Ev demek dirêje artêşa Tirk li wê herêmê ye. Aboriyê li wan deran xerc dikin. Li şûna çareseriya pirsgirêka kurd bi mudaxaleya leşkerî hewl didin di bin kontrolê de bigirin. Mixabin ji ber pirsgirêka kurd nayê çareserkirin aboriya Tirkiyeyê jî dikeve. Krîz ne nûye. Ji 2001’ê de ye heye. Hêdî hêdî xwe nîşan da û niha di rewşeke giran de ye. AKP ji bo çareserkirina krîzê jî tiştekî nake. Êdî kes jî ji AKP’ê çareseriyekê napê. Her wiha wê krîza avhewayê jî krîza aborî serobino bike.”