Jinên gundikê Mêrganê: Em dev ji axa xwe bernadin

  • 10:12 16 Gulan 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Jinên Gundikê Mêrganê yê girêdayî gundê Gêmanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê diyar kirin ku ew dev ji gundê xwe bernadin û gotin:"Heta ku em nemirin em dev ji axa xwe bernadin."
 
 Artêşa Tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di  17 meha Nîsanê de li ser Zap, Avaşîn û Kurê Jaro operasyona leşkerî da destpêkirin. Di operasyonên li ser axa başûrê Kurdistanê de şer û pevçûnên ku dîjwar bûne bi rojan e didomin. Ji ber operasyonan li navçeyên Colemêrgê ku nêzî sînor in gelek bargehên leşkerî hatin awakirin û ji bajarên Kayserî, Hatay û Bolûye Dewleta Tirk leşkeran dikişîne ser xeta sînor. Ji ber şerê ku dîdome li gundên ser xeta sînorê başûrê Kurdistanê gund tên valakirin û ketin û derketina gundan tê qedexekirin. Jinên li Gundikê Mêrganê yê gîrêdayî Gundê Gêmanê yê Navçeya Çelê ya Colemêrgê bertek nîşanê operasyon û girêdayî wan operasyonan qedexekirin û valakirina gundan dan. 
 
 ‘Nikarin çandiniyê bikin’
 
Esmer Demîr diyar kir ku ji ber zextên leşkeran her roj bi zehmetiyan re rûbirû dimînin û bi lêv kir ku ji ber qedexeya ketin û derketina ji gund  nikarin pezê xwe bibin çêrê û pezê wan telef dibe. Esmer axaftina xwe wiha domkir: “Heke pezê me neçe zozanên derdorê wê çawa zikê xwe têr bike.  Her ku me xwe tdîtiye bi ser malên me de tê  girtin. Ji ber şer, pevçun û operasyonan hatin û çuyîna me ya gund hatiye qedexekirin. Em nikarin bi tu awayî çandiniyê bikin. Heta ku ev zexten lı ser me bi dawî nebin dê rewşa me tim wiha be.”
 
‘Em dest ji axa xwe bernadin’
 
Esmerê da zanîn ku dema diçin zozanan leşker wan asteng dikin got, “Axa me li me qedexe dikin jiyana me bi tenê di nava gund de hatiye sînorkirin û ev zilme ku li me dikin. leşker ji me re dibêjin, ‘Hûn nikarin dervekin derveyî gund'. Ev 18 sal in li wi gundî dijîm û ev 18 sal in çuyîna me ya zozanan qedexe dikin. Dixwazin bi wan pêkanînên dixwazin gund vala bikin. Lê tu niyeteke me ku em gundê xwe biterikînin tune ye. Li vir me bikujin û bi şewitînin jî em axa xwe, gundê xwe bernadin. Mirov carekê dijî û carekê dimre, dema ku em mirin em ê wê demê dest ji gund berdin." 
 
‘Em nema dikarin biçin zozanan’
 
Fatma Demîr ya ku 20 sal in li gundikê Mêrganê dijî, jî got ku ev 20  tim li gund di bin zext û qedexeyan derbas kiriye û ev tişt got: “Zozanên ku berê em bi serfirazî diçûnê ji ber qedexeyan naha em nikarin biçinê. Êdî hizûrêa me nema ye. Ji ber astengiyên leşkeran em nikarin ji ber deriyê mala xwe zêdetir biçin cihekî din. Her wiha ji ber wan qedexeya em nikarin pezê xwe bi çerînin û ji ber wê yêke jî em gelek zehmetiyê û pisgirêkên aborî dijîn. Berê em bi serfirazî diçûn war û zozanên xwe. Me pincar kom dikir û difort. Bi firotina panar me debara xwe dikir.”
 
'Armanca wan ku kurdan bi hev bidin kuştin’
 
Fatmayê bi lêv kir ku şer, pevçûn û êrîşên li ser herema başurê Kurdistanê bandor li ser wan jî kiriye û got, ji ber wan operasyonan, li derdora gundê wan gelek bargehên leşkerî hatine çêkirin. Fatma axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em nahêlin êdî zarokên me derkevin derve, ji ber ku tirs û xoba dibe zarokên me bikujin di dilê me de ye. Ev der axa me ye lê belê nahêlin em bi dilrehetî li ser axa xwe bigerin. Li her derê şer û pevçûn heye.  Gundê me dorpêç kirin. Her wiha derdora gund jî hemû li me qedexe kirin û kirine 'herêma ewlehiyê'. Kes nizane niyeta dilê wan çi ye. Sedem û armanca şerê ku li heremê dimeşînin ev e ku kurdan bi hev bidin kuştinê. Lî wê meqsed û mirazê zêddtir tiştek naxwazin.”