'Serkeftina Şengalê serkeftina Zapê ye'

  • 09:08 16 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Sinûr Rahmen Ragiyan, bal kişand ser êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdîstanê, rola Şengalê û destnîşan kir ku serkeftina Şengalê serkeftina Zapê ye. Sinûr wiha got: "Meseleya Şengalê ne tenê hebûna erdnîgariyê ye. Bi taybet sekinandina li ser Şengalê, şêwaza xweseriya demokratîk, fikr û felsefeya ku li Şengalê tê jiyîn e.”
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 23’yê Nîsana 2021’ê de bi piştgiriya PDK’ê li hember Herêma Federal a Kurdistanê êriş dabû destpêkirin û piştî salekê şûnde di 17’ê Nîsanê de bi piştgriya PDK’ê li hember Herêma Federal a Kurdistanê li qadên Zap, Avaşîn û Metîna, Şiladîze, Kurê Jahro êriş dan destpêkirn. Her wiha êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî didomin. D navbera wan êrîşan de jî di 2’yê gulanê de Hikûmeta Iraqê li dijî Şengalê êriş da destpêkirin. Lê êrişa hat destpêkirin bi berxwedana bi pêşengiya jinan vala hat derxistin û Artêşa Iraqê di 4'ê gulanê de xwe ji herêmê vekişand. Têkîldarî mijarên di rojevê de rojnamevan Sinûr Rahmen Ragiyan nirxandin kir.
 
‘Berdewamiya êrîşa sala borî ya di 23-24’ê Nîsanê ye’
 
Sinûr di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku dewleta tirk di çarçoveya berjewendiyên sîyasî, bazirganî û aboriyê de demek dirêj e bi hikûmeta herêma Kurdîstan ango bi PDK’ê re di nav pêwendîyê de bû û amadekariya êrîşê dikir. Sinur, wiha axivî: “Ev êrîş berdewamiya êrîşa sala borî ya di 23-24’ê Nîsanê de ye. Tevî ku plan dikirin di çend rojan de encamên mezin li wan deveran bidest bixin û qadeke berfireh dagir bikin lê piştî 8 mehan hêzên parastina gel û gerîla û şervanên azadiyê serkeftina xwe li hember van êrîşan ji hemû cîhanê re ragihandin. Niha jî di meha Nîsanê de careke din êrîşî başûrê Kurdîstanê kir. Bi vî şiklî dewleta tirk dixwaze tola xwe ya hemû têkçûnên di demên berê de bi operasyona niha pêk tîne bigire. Dewleta tirk digel hemû rê û rêbazan li dijî mirovahiyê êrîşê xaka başûrê Kurdîstanê dike û dagir dike. Bi van êrîşên bê pîvan jiyana xelkê başûr dixe bin xetereyê û di vê çarçoveyê de qanûnên Iraqê yên bingehîn jî binpê dike.”
 
‘Ev êrîş bi Başûr tenê bi sînor nînin’
 
Sinûr, diyar kir ku dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe serdan û lihevkirina bi PDK’ê re didomîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dewleta tirk Şer dike vê li ber çavê cîhanê dike. Yekitiya Ewropa û hêzên hegemonîk jî hemû di nav vî şerê de cihê xwe digirin.  Eger em werin hedefa êrîşên Tirkiyê ne tenê armanca dewletên li herêmê ye. Di derbarê projeyê de agahî hene ku heta radeyekê eşkere jî ev proje ne veşartî ye. Bi taybet di vî şerî de ji bo destwerdana enerjîya xaka kurdîstanê hevsengiya hêzên hegemonîk xwedî rolekê girîng e. Ji ber vê yekê êrîşên Tirkiyê ne tenê li ser başûrê Kurdistanê, li ser Rojavayê Kurdistanê jî hene. Di heman demê de em her roj dibînin ku li bakurê Kurdistanê li dijî siyasetmedarên bakurê Kurdistanê paqijiya siyasî û binpêkirina mafên mirovan bi nêrîn dewletên mîna Îranê dimeşîne. Tirkiye ji bo siyaseta herêmê gelek nakokî û alozîyan jî pêş dixîne û di sîyaseta xwe ya navxweyî de têkçûnek dijî.”
 
‘Li ser Şengalê polîtakayek taybet tê meşandin’
 
Sinûr,di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li dijî Şengalê jî û got: “Em hemû dizanin ku Kazimî xwediyê kesayetiyeke îstixbaratî ye û kesayetiyeke ku weke hikûmeteke cîbicîkar li Iraqê di encama hemû krîzên Iraqê de têk çûye ye. Salên borî, aliyên Iraqê li hember êrîşan bêdeng nediman, lê mixabin niha êdî bêdeng e. Helbet li Şengalê em dibînin ku dewleta Tirk bi rêya Sunnîyên Iraqê, bi rêya hinek partiyên Şîî yan jî kesayetên Şîî û bi rêya PDK’ê sîyasetek taybet dimeşîne. Her wiha di nav partiyên ereb de jî rolekê dilîze. Hevbendî, nêzîkbûn û rêkeftinên ku me li gel PDK’ê li Iraqê dîtine, ne li dijî gendeliyê di rêveberiyê de ji bo hemû gefên ewlehiyê yên li ser Iraqê hene. Şengal ezmûnek gelek taybet û pir giring e. Girîng e, ji ber ku di hundirê Îraqê de ji bo jiyanek hevpar  şêweya sîyaseta li Şengalê mînakek e.”
 
‘Çareserkirina mijara Şengalê rêya yekitiya neteweyî ye’
 
Sinûr, bilêv kir ku Şengal sêgoşeyek di navbera Rojava, Başûr û Bakur de xwedî cihekê stratejîyek e. Sinûr, destnîşan kir ku çareserkirina mijara Şengalê di heman demê de rêya yekitiya neteweyî vedike. Di sala 2014’an de gava DAÎŞ'ê li ser Şengalê êrîş kir, PDK û hikûmeta îraqê bi heman şêweyê Şengalê û civaka êzdî tene hiştin. Hat xwestin ku Şengal ji parçeyek sîyaseta Iraqê bê qutkirin. Li ber çavên hemû cîhanê hate dîtin ku ji xeynî Rojava û gerîllayên tevgera azadiyê kesî xwe negihand Şengalê. Piştî wê jenosîdê li Şengalê jiyanek nû hate avakirin. Civata êzdî ji nû ve li wir jiyanek ava kir û xwe bi xwe birêve bir. Li Şengalê jiyanek wekhev hate avakirin. DAÎŞ bi taybet di wê qirkirinê de jin hedef girtibûn. Niha jî Şengal bi giştî tê hedefgirtin.”
 
‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
 
Sinûr, diyar kir ku xwebirêbirin û îradeya Şengalê ji bo sîyasetek wekhev nimûneyek şênber e û got: “Serkeftina li Şengal, serkeftina Zapê ye. Serkeftina Şengalê rizgarkirina sîyaseta Îraqê ye. Ji ber ku li îraqê sîyasetek naxweyî nîne. Sîyasetek li gorî berjewendiyên dewletên netew tê meşandin. Meseleya Şengalê ne tene hebûnek erdnîgariyê ye. Bi taybet li ser seknandina Şengalê, ew şêwaza fikr û felsefeya ku li Şengalê tê jiyandin e. Li Şengalê tirseke dewletên netew ya ji bo wê felsefeyê heye. Bêguman li hemberî ewqas êrîşên li dijî Şengalê berxwedana jinan jî berdewam e. Ew berxwedana jinan a li dijî leşkerên Îraqê mînakek gelek hêja ye. Pêwîste ku ew heman berxwedan li hemû deverên başûrê Kurdîstanê li dijî dagirkeriyê hebe. Ji ber ku ew îradeya ku li hemberî dagirkeriyê disekine bi xwe re wê serkeftin û rizgarkirinê jî bîne. Her çiqas li ser Şengalê êrîş hebin jî ew Îradeya ku li Şengalê hate nîşandan li hemberê wan êrîşan berxwedanê jî wê mezintir bike. Rastiyek me kurdan heye ku li hemberî berxwedana me sîyasetek neteweyî heye. Êrîşa ku di 2’ê gulanê de hikûmeta Îraqê bir ser Şengalê ve di çarçoveya reşkirina îradeya Şengalê de bû. Lê ew hewildan bi têkoşîn û berxwedana jinên êzîdî vala hate derxistin.”
 
‘Dewleta tirk parçebûyîna Îraqê ji xwe re wek firsend bi kar tîne’
 
Sinûr, anî ziman ku li Îraqê parçebûyînek mezin heye û got: “Dewleta tirk ew parçebûyîna di nav Îraqê de ji bo êrîşên xwe wek finsendek dibîne. Li wê derê li ser welatiyan polîtîkayên tirsandinê jî tên pêşxistin. Leşkerên Îraqê li Kerkûkê dagirker lê li Şengalê rizgarker tên hesibandin. Rastiyek li îraqê heye ku ew çend sal in li sîyaseta Îraqê bi deste dewleta Îran û dewletên netew tê meşandin. Îradeyek Îraqê ya bi xwe nîne. Kurd li Bexdayê sîyasetek rast nameşînin. Sîyasetek birçîkirinê dimeşînin.”
 
‘Serkeftin di demek nêzîk de diyar e’
 
Sinûr di dawiya xaftina xwe de anî ziman ku hesabên petrol û gaza xwezayî dibe sedema kûrbûna şer û got: “Di sala 2013’an di navbera Tirkiye û Herêma Federe ya Kurdistanê de ji bo enerjiyê peymaneke hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê, ev rêya xeta boriyê ku bi 400 milyon dolaran hatibû çêkirin, di 15’ê mijdara sala 2013’an de hate temamkirin. Ji sala 2014’an heta niha jî petrola Herêma Federe ya Kurdistanê li ser vê xetê derbasî Tirkiyeyê dibe. Kurdistan ji ber ku herêmek e ji aliye peymanan ve wek welatekî serbixwe cih nagire. Ji ber wê jî bi gefên hêzên leşkerî, Bexda daxwaz ji partiyê dike ku dest ji van rêkeftinan berde.  PDK’ê vê yekê qebûl nake, ji ber ku hemû gendelî wê derkeve holê û ev jî bibe sedema bidawîkirina jiyana wan a siyasî. Ev peymanên neftê ne bi kêrî miletekî tên, lê bi kêrî hindikahiyek piçûk a endamên partiyê tê. Bêyî van dolarên petrolê partî nikare hefteyekê jî bimîne. Xwepêşandan hene û hinek kes wan weke şoreşekê dihesibînin. Serkeftin di demek nêzîk de diyar e."