'Me bi kedê jiyana xwe dewam dikir'

  • 09:01 16 Gulan 2022
  • Rojane
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Hedlê Misê ya ji Gundê Qûşlî yê Kobanê ye bal kişand ser jiyana xwe û keda ku daye. Hedlê li gel êşa ku kişandiye ewqas jî li berxwe daye û heta vî temenê xwe jî parastina çanda xwe ya kevnar dike. 
 
Li gundewarên Kantona Kobanê gelek jinên kedkar û bi keda xwe wateyê didin jiyanê hene. Her wiha ev jinên kedkar bi xebata xwe li dijî êş û zehmetiyan bûne bersiv. Di heman demê de jî çanda kevnar parastine. Bi lorîkên heta niha distirên hafizaya civakê teze hiştine û xwediyê dîrokeke dewlemend in. Yek ji van jinên jêhatî û xwedî li çand û dîroka xwe derketiye Hedlê Misê ya ji Gundê Qûşlî yê Kobanê ye. Hedlê ya dibêje me bi kedê jiyana xwe dewam kir bal kişand ser êş, zehmetî, karê kiriye û têkoşîna li ser vê rêyê daye. 
 
'Ji siharê de radibûm û min kar dikir'
 
Hedlê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew ji stranên kevnar û lorîkên dayikan gelekî hez dike û wiha da pê axaftina xwe:"Ez dema ciwan bûm berî 40 salî sibehê zû ji bo agirê xwarinê min diçû qirş dida hevdu. Min tûrekî xwe li ser pişta xwe girê dida û min berê xwe dida kaşê Qûşliyê. Ji siharê de radibûm û min hevîrê xwe distra, min nanê xwe lê dixist û meşika xwe dinimand. Min ava xwe amede dikir, piştî min bi dawî dikir min dewê xwe çêdikir. Min meşika xwe dinimand, min ava xwe tê werdida. Min dewê xwe dikeland, ji bo çûyina paleyê jî min satila xwe radikir."
 
'Min gelek êş di jiyana xwe de dît û ked da'
 
Hedlê di berdewamiya axaftina xwe de behsa kar û barê xwe yê rojane kir û çawa di nava çolê de debara xwe dikir. Hedlê wiha pê de çû: "Wê demê min bi zîrektiya xwe kar dimeşand. Min dewarê xwe dibir şebexerê, ez bi şevê bi kiras û xeftanê xwe derdiketim û diçûm nava çolê. Min dihat dewê xwe dipart û zarokên xwe dişand ber pez. Ez sibehê zû diçûm beranê û min amûrên xwe yên xwarinê bi temamî peyda dikir. Min zehmetî jî didît. Dema min qirş hildida pişta xwe, histirî bi giştî dikete nava laşê min. Bi rastî min gelek êş di jiyana xwe de dît û ked da, lê ez pir pê kêfxweş dibûm. Bi meş û revê min karê xwe dikir."
 
'Me bi kedê jiyana xwe dewam dikir'
 
Hedlê da zanîn ku wê bi keda xwe wate dida jiyana xwe û wiha bi dawî kir:"Karê ku me berê dikir her kesî nedikarîbû bikiraya. Ji ber ku tama jiyana me hebû, me bi ked jiyana xwe dewam dikir û diafirand. Me ji tunebûnê hebûn çêdikir. Em jinên bi salan di nava her cure zehmetî û êmegê de derbas bûne. Min di dema xwe de li şûna deh peyan kar dikir, min bi baran genim bar dikir. Min karê xwe bi giştî dikir û ez tu caran ne aciz bûm an jî min gazinc nedikir. Min li ser jiyana xwe lorîk jî digot û ez hîn jî dibêjim."