Li Bestayê talan didome

  • 14:44 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Dîmenên birîna daran ku bi rojan e li Bestayê bi destê leşker û cerdevan pêk tê, hatin kişandin. Li gor çavkaniyên herêmî, rojane 300 ton dar tên birîn û ji bo bajaroka Sêgirkê tên veguhastin. 
 
Di çarçoveya êrişa leşkerî de birîna daran ku li herêmên Besta, Gabar, Cudî û Çiyayê Nimêjê dest pê kiriye bê navber didome. Cerdevanên ku ji navçeya Qilebanê ya Şirnexê û bajaroka Sêgirkê tên şandin, li herêma Tîkera di bin çavdêriya leşkeran de daran dibirin. Dîmenên ku li devera cerdevan daran dibirin hatine kişandin, talankirina xwezayê radixin ber çavan. 
 
Îhaleya birîna daran
 
Cerdevanên ku di êrişên herêmê de bi awayekî çalak cih digirin, li herêma Bestayê daran jî dibirin. "Îhaleya" birîna daran a li Bestayê Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat girtine û ji bilî cerdevanan zextê li gel dikin ku ew jî tev li birîna daran bibin. 
 
Daran difiroşin
 
Çavkaniyên herêmî, ragihandin ku li herêma Tîkera rojane 300 ton dar tên birîn. Darên ku tên birîn bi traktoran ji bo devereke nêzî bajaroka Sêgirkê tên veguhastin. Hat hînbûn ku dar li vê derê ji aliyê Mahmût Babat, Kazim Babat û Suleyman Babat ve tên firotin.