Parêzer Gozde Engîn: Li herêmê li hember jinan polîtîkayên cuda tên meşandin

  • 09:04 14 Gulan 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzer Gozde Engîn da zanîn ku li Amedê ji 2018’an heta niha hemû jinên tevli çalakî û bernameyan bûne ji endamtiya rêxistinê tên darizandin û li herêmê li hember jinan polîtîkayên cuda tên meşandin.
 
Zext û şîdeta li ser jinan roj bi roj zêde dibe û bi taybet li herêmê li hember jinan polîtîka zextê derketiye asta herî jor. Yek ji van mînakan jî bi taybet ji 2018’an heta niha li Amed û bajarên herêmê li hember jinan pêk tê û jinên tevli bername û çalakiyan bûne ji endamtiya rêxistinê tên darizandin. Ji 2018’an jnên hatin girtin û binçavkirin ji endamtiya rêxistinê hatin darizandin û der barê wan de cezayên girtîgehê hatin dayîn.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa, parêzer Gozde Engîn da zanîn ku li Amed, Enqere, Stenbol û Îzmîrê jinên tevli çalakiyan bûne û der barê wan de dosya hatine amadekirin, di encama lêkolînan de derketiye holê ku cudahiyek heye.
 
‘Pratîkên darazê yên cuda hene’
 
Gozdeyê da zanîn ku li herêmê di darizandinên jinan de li gorî yên bajarên rojavayê Tirkiyeyê pratîkên cuda hene û got darizandinên navbera 2018-2021’ê de xistine bin kontrolê û got: “Me tiştekî cuda ferq kir. Di îdianameyên der barê jinên li Amed, Stenbol, Îzmîr û Amedê hatine binçavkirin de me ev ferq kir. Li sê bajarên ewil çalakî çi dibe bila bibe bi çalakiya li ya herêmê re wekhev be jî ji muxalefeta qanûna 2911’an lêpirsîna ceza tê meşandin. Piştî vê jî serî li tedbîra parastina girtinê nayê dayîn. Lê di heman darizandina li Amedê de di çalakiyan em bi awayekî cuda vê dibînin. Mînak di pêvajoya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de li Stenbolê jinan ji bo piştgiriyê çalakî pêk anîbûn. Li Amedê jî li parka Koşuholu çalakî pêk hat. Di heman çalakiyan de jinên li Stenbolê ji muxalefeta qanûna 2911, jinên li vir jî ji endamtiya rêxistinê hatin darizandin.”
 
‘Çalakiyên jinan tên îlegalîzekirin' 
 
Gozdeyê her wiha destnîşan kir ku hemû raporên navbeta salên 2018 û 2021’ê de lêkolîn kirine bi ÎHD û OHD’ê  û gelek saziyên din re ketine têkiliyê û rewş jê pirsîne û wiha daxuyand: “Me bi saziyên din re lêkolîn kir. Me got gelo ji muxalefeta qanûna hejmar 2911 îdianame hatiye amadekirin an na. Lê ji vê qanûnê me îdianame nedît. Ev daneyeke. Di îdianameyên sê salên de hatina amadekirin de me îdianameyek wisa nedît. Em li Stenbol û Enqereyê jî bi saziyan re ketin têkiliyê û ji wir jî îdianame hatin. Ji Îzmîrê jî 3 îdianame hatin. Me ji Stenbolê xwe gîhand 5 îdianameyan. Ji vê jî 68 jin tên darizandin. Ji Enqereyê me xwe gîhan 2 îdianameyan. Ji vê jî 38 jin tên darizandin. Lê ji Amedê me xwe negîhand yek îdianameyekê. Ev jî tê wateya ku ji bo bername û çalakiyên jinên kurd bên terorîzekirin û îlegalîzekirin tê kirin. Ji bo çavtirsandinê tên kirin.”
 
‘8’ê Adarê wê çalakiyek şîdetê ya çawa be?’
 
Gozdeyê destnîşan kir ku îdianameyên ji derveyê Amedê hatine vekirin komî hatine vekirin û doz jî bi komî tên dîtin û bi ev doz bi giştî bi beratê tên encamkirin û wiha bi lêv kir: “Li Amedê di heman çalakiyê de ji bo her jinekê cuda îdianame tê amadekirin. Ji çalakiyekê zêdetir jî çalakî tê barkirin. Ji bo jinan ji endamtiya rêxistinê ceza tê dayîn. Dibêjin tevli çalakiya 8’ê Adarê bûye. Gelo tevlîbûn çalakiyeke şîdetê ya çawa ye? Mixabin jin bi cezayên giran re tên rû hev. Her wiha îfadeyên şahidên veşarî jî di dosyayan de kopî bike pêve bike tê kirin. Bêguman ev hemû li DMME’ê wek binpêkirina maf a darizandina adîlane vedigerin Tirkiyeyê.”