Li Amedê astengiya li dijî stranên kurdî hat şermezarkirin

  • 12:54 1 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Komeleya Çand û Hunerê û MED-DER’ê bi armanca şermezarkirina astengiya li  dijî stranên kurdî li kolana hunerê stranên kurdî strandin.
 
Duh li Kolana Îstiklalê ya Taksîm a Stenbolê gava hin ciwanan bi kurdî stran digotin, polîsan ew asteng kiribûn. Li ser vê bûyerê ji hêla civatê gelek bertek û nerazîbûn pêk hatin. Bi armanca şermezarkirina astengiya li dijî stranên kurdî; Komeleya Çand û Hunerê û Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) li kolana hunerê ya girêdayî Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê stranên bi kurdî strandin.
 
Gelek jin, hunermend û rewşenbîr li hev civiyan û ligel stranên kurdî govend gerandin. Di van kêliyan de dîmenên rengîn derketin û ew çalakî ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît.