Li Amedê astengiya li dijî stranên kurdî hat şermezarkirin 2022-02-01 12:54:06   AMED - Komeleya Çand û Hunerê û MED-DER’ê bi armanca şermezarkirina astengiya li  dijî stranên kurdî li kolana hunerê stranên kurdî strandin.   Duh li Kolana Îstiklalê ya Taksîm a Stenbolê gava hin ciwanan bi kurdî stran digotin, polîsan ew asteng kiribûn. Li ser vê bûyerê ji hêla civatê gelek bertek û nerazîbûn pêk hatin. Bi armanca şermezarkirina astengiya li dijî stranên kurdî; Komeleya Çand û Hunerê û Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) li kolana hunerê ya girêdayî Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê stranên bi kurdî strandin.   Gelek jin, hunermend û rewşenbîr li hev civiyan û ligel stranên kurdî govend gerandin. Di van kêliyan de dîmenên rengîn derketin û ew çalakî ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dît.